Partiya Keskan: Bila Elmanya çekan nefiroşe Tirkiyeyê 2018-01-28 16:37:36 NAVENDA NÛÇEYAN -Partiya Keskan a li Elmanya, di kongreya xwe de êrîşên li ser Efrînê şermezar kir û xwest êdî Almanya bes çekan bifiroşe Tirkiye.  Partiya Keskan kongreya xwe pêk anî û serokên nû hilbijartin. Partiya Keskan di kongreyê de li ser mijara êrîşên Tirkiye yên li ser Efrînê jî rawestiya û êrîş şermezar kir. Pêşniyaznameya ku delegeyan pêşkêşî kongreyê kir, bi zêdebûna dengan hate qebûlkirin. Di pêşniyaznameyê de hate diyar kirin ku êrîşên li ser Efrînê li dijî hiqûqa navneteweyî ye. Di kongreyê de xwestin ku Elmanya li hemberî van êrîşan bêdeng nemîne û Elmanya leşkerên xwe yên li Konyayê li baregeha NATO’yê ji bo balefirên keşfê hatine peywirdarkirin vekişîne. Dîsa xwestin ku hikumeta federal çek û amûrên leşkerî bes bifiroşe Tirkiyeyê.