Ji Îranê bersiva sabotajê ya Îsraîlê: Em tolê bigirin 2021-04-12 15:27:46   NAVENDA NÛÇEYAN – Wezîrê Karên Derve yê Îranê Cevad Zarîf, ji sabotaja li hemberî Tesîsa Nukleerê ya Natanzê Îsraîlê berpirsyar girt û got ku wê tola wê hilînin.   Duh li dijî Tesîsa Nukleerê ya Natanzê ya li Parêzgeha Îsfahan a Îranê sabotejek pêk hat. Wezîrê Karên Derve yê Îranê Cevad Zarîf, têkildarî mijarê daxuyaniyek da û Îsraîlê ji sabotajê berpirsyar girt. Zarîf li dijî Îsraîlê peyamên tund da û got ku wê vê sabotajê ji Îsraîlê re nehêlin û dê tola wê bigirin. Zarîf, got ku wê bi pêşxistina nükleere bersiva Îsraîlê bidin.