Li Kabîlê bi ambulansa bombebarkirî êrîş kirin: 95 kes mirin 2018-01-27 16:18:32 NAVENDA NÛÇEYAN - Li paytextê Kabilê yê Afganîstanê bi ambulansa ku bombe bar kiribûn êrîş kirin. Di erîşê de herî kêm 95 kesan jiyana xwe ji dest dan û 158 kes jî birîndar bûn.    Li paytextê Kabilê yê Afganîstanê bi ambulansa ku bombe bar kiribûn êrîş kirin. Herî kêm 95 kesan jiyana xwe ji dest dan û 158 kes jî birîndar bûn. Berdevkê Wezareta Karên Derve yê Afganistanê daxuyanî da BBC û diyar kir ku teqemenî xistine ambulansê û êrîş kirine. Li gorî saeta Afganîstanê saet di 12:15'an de êrîş pêk hat. Berdevkê wezaretê da zanîn ku ambulans li kolana ku li trafîkê girtî û girse lê kom bûbû hatiye teqandin. Teqîn li nêzî Wezareta Karên Hundir yê berê û hin sefaretxan pêk hat. Hat diyar kirin ku teqîn ji aliyê Talibanan ve pêk hatiye.