MPKE'yê ji bo Efrînê bang li Tirkiyeyê kir 2018-01-24 22:16:53   NAVENDA NÛÇEYAN – Serokê Koma Çepgir a Ewropaya Yekbûyî ya MPKE’yê Tiny Kox, bang li Tirkiyeyê kir ku dawî li mudaxileya leşkerî bîne.    Li Meclîsa Parlementeran a Konseya Ewropayê (MPKE), operasyona Tirkiyeyê ya li hemberî Efrînê jî hat nîqaşkirin. Di danişîna operasyona Efrînê lê dihat nîqaşkirin de, Serokê Koma Çepgir a Ewropaya Yekbûyî Tiny Kox, got ku divê dawî li operasyonê bê. Kox wiha got: “Li gor Peymana Neteweyên Yekbûyî bila dawî li mudaxileya leşkerî ya li Sûriyeyê bê û pirsgirêkên ewlehî û siyasî jî di nav de bila pirsgirêk bi riyên siyasî bên çareserkirin.”    Her wiha Kox, bang li endamên Konseya Ewropayê kir ku ji bo Artêşa Tirk di demeke kurt de dawî li çalakiyên xwe yên li Sûriyeyê bîne, divê bi ser Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî de biçe.    Kox ev tişt gotin:  “Ji ber Peymana NY’yê û rêgezên rêxistina me hatine binpêkirin divê ji bo îknakirina Tirkiyeyê, komîteya wezîran û komîseriya mafên mirovan ên MPKE’yê têkevin dewrê.   'DIVÊ BI KURDAN RE DÎSA PÊVAJOYA AŞTIYÊ BÊ DESTPÊKIRIN’    Kox, diyar kir ku li gor biryara jimareya 1945’an a sala 2013’an divê pêvajoya aşitiyê ya di navbera rêveberiya Tirkiyeyê û civaka kurdan de ji nû ve dest pê bike.