Têkildarî Tirkiyeyê name ji rêveberiya DYA'yê re şandin 2021-03-02 10:20:57   NAVENDA NÛÇEYAN - 170 endamên Meclîsa Temsîlkarên DYA’yê, derbarê têkiliyên bi Tirkiyeyê re nameyek ji Wezîrê Karên Derve Antony Blînken re şandin û jê xistin ku binpêkirinên mafên mirovan û paşketinên li Tirkiyeyê di rojevê de bigire.    170 wekîlên Demokrat û Komarparêz ên Meclîsa Temsîlkarên DYA’yê, derbarê rewşa Tirkiyeyê de jia Wezareta Karên Hûndir a DYA’yê re nameyek şandin. Endamên Meclîsê, ji rêveberiya Joe Bîden xwest ku polîtîkayên binpêkirinên mafên mirovan û pirsgirêkên paşketinên li Tirkiyeyê, di rojevê de bigire. Di nameya ku di 26’ê Sibatê de ji bo rêveberiya nû ya DYA’yê hatibû şandin û nû ji raya giştî re hat aşkerekirin de, wiha hat gotin: “Tirkiye muttefîkê NATO’yê û salên dirêje ku yek ji partnerê girîng ê DYA’yê ye. Lê têkilliyên rêveberiya Serokkomar Tayyîp Erdogan rê li ber gengeşiyê vedike.    Di dewama nameyê de wiha hat gotin: “Li Tirkiyeyê, di warê binpêkirinên mafên mirovan û windakirina demokrasiyê de, paşketine mezin derketiye holê. Erdogan û AKP’ê, li Tirkiyeyê daraz lewaz kiriye, muttefîkên xwe yên siyasî di artêş û îstîxbaratê de, bi cih kirine, endamên mûxalîfên siyasî, rojnameger û kêmaneyan bi awayekê bê maf binçav dike û dixe girtîgehan.”    Îmzeya Serokê Partiya Demokrat a Komîteya Têkiliyên Der ve ya Meclîsa Temsîlkaran Gregory Meeks û yek ji endamên qidemdar ên Meclîsê Komarparêz Mîke McCaûl jî, di nameyê de cih digire.