Tevgerên Gel ên Navneteweyî: Serî hildin, Efrînê biparêzin 2018-01-20 20:00:42   NAVENDA NÛÇEYAN - Hevserokatiya Desteya Rêveber a Federaliya Bakurê Sûriyeyê bang li hemû gelên Bakurê Sûriyeyê û giştî Kurdistanê kir ku li dijî van destdirêjiyên Tirkiyeyê serî hildin. Tevgerên Gel ên Navneteweyî jî li dijî êrîşên Tirkiye daxuyanî da û got "Şerê Tirkiyeyê yê li dijî Efrînê bisekinîne, Efrînê biparêzin." Li Silêmanî jî, Gruba Dengê Şeqame (kolan) bi heman armancê daxuyanî dan û êrîş şermezar kirin.    Hevserokatiya Desteya Rêveber a Federaliya Bakurê Sûriyeyê, têkildari êrîşa hewayî ya TSK'ê ya li dijî Efrînê daxuyanî da û bang li hemû gelên Bakurê Sûriyeyê û giştî Kurdistanê kir ku li dijî van destdirêjiyên Tirkiyeyê serî hildin. Daxuyanî Desteya Rêveber a Federaliya Bakurê Sûriye wiha ye: "Artêşa Tirk a terorîst îro herêma Efrînê bi balefirên şer bombebaran kir û di van êrîşan  de welatiyên sivîl hedef hatin girtin. Em bang li hemû pêkhateyên Bakurê Sûriyeyê û hemû gelên Sûriyeyê yên xwedî rûmet dikin ku li dijî dijminê gelan û dijminê mirovahiyê ango li dijî dewleta Tirk a terorîst serî hildin. Her wiha em bang li welatiyên herçar parçeyên Kurdistanê dikin ku dakevin kolanan û van êrîşên hovane yên li dijî Efrînê rawestînin. Em bang li Kurdên penaber ên seranserî cîhanê dikin ku di bin durişmeya ‘Em hemû Efrîn in’ de li dijî van êrîşan derbikevin.”     TEVGERA GEL ÊN NAVNETEWEYΠ   Tevgerên Gel ên Navneteweyî li dijî êrîşên Tirkiye yên li dijî Efrînê bi ser navê "Şerê Tirkiyeyê yê li dijî Efrînê bisekinîne, Efrînê biparêze" daxuyanî da. Tevgerên Gel ên Navneteweyî bi bîr xist ku şerê 7 salan ê li Sûriyeyê veguheriye şerekî navneteweyî, bi sed hezaran mirov lê hatine kuştin û bi milyonan ji cih û warê xwe bûne. Di daxuyaniyê de hat gotin ku Tirkiye bi rêveberiya Tayyîp Erdogan bi El Qaîde (Heyet Tehrîr El Şam), DAÎŞ û komên din ên selefî êrîşî Efrînê dike û wiha got: "Ev yek wê herêmê ji nû ve bixe nava afetê, birçîbûna mirovan ferz bike, rê li ber mirina zarokan veke û mirovan ji cih û warên wan bike. Wê rê li ber krîza însanî ya navneteweyî veke. Di hiqûqa navneteweyî de jî ev operasyon weke operasyona dagirkirinê tê binavkirin."   Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku rizgarkirina Reqayê dikarîbû şerê li Sûriyeyê bi temamî biqedanda û zemîna diyalogê ji bo aştiya herêmê biafiranda. Di dewama daxuyaniyê de hat gotin, "Êrîşa dewleta Tirk a li dijî Efrînê tê wateya destpêkirina pêvajoyeke nû ya bi xwîn. Herêmên herî bi ewle û aram ên Sûriyeyê, ew herêm in ku ji aliyê Kurdan û gelên bi wan re di nava tifaqê de ne, tên birêvebirin. Yek ji van jî Efrîn e. Efrîn yek ji wan herêman e ku ji destpêka şerê Sûriyeyê ve gel xwe li wê herêmê digire.   JI BO CIVAKÊN NAVNETEWEYÎ BANG    Di berdewama daxuyaniyê de ev bang hat kirin: " Efrîn yek ji herêmên herî bi ewle yên Sûriyeyê ye. Saziyên navneteweyî ji bo aramiya li herêmê û divê vê derê ji her şêwe êrîşan biparêze. Efrîn ji bo Tirkiyeyê ne tehdît e, êrîşî Tirkiyeyê nekiriye. Dewleta Tirk ji bo destketiyên Kurdan tine bike êrîşî Efrînê dike. Divê ev rastî were dîtin. Rûsya ku ji qada hewayî ya li Efrînê berpirsyar e divê li pêşberî van êrîşan bêdeng nemîne, pêşî li êrîşan bigire. Êrîşa Tirkiyeyê ya li dijî Efrînê, Rojava û Bakurê Sûriyeyê wê tenê xizmetê ji DAÎŞ'ê û komên selefîst bike. Koalîsyona navneteweyî divê li dijî van êrîşan tedbîrê bigire û asteng bike. Dewleta Tirk hêzeke dagirker e. Divê civaka navneteweyî li pêşberî vê rewşê bêdeng nemîne û Tirkiyeyê neçar bihêle ku axa Sûriyeyê biterikîne."   SILÊMANIYE   Li dijî êrîşên Tirkiye ya li ser Efrînê li bajarê Silêmanî daxuyaniyek hate dayîn û êrîş hatin şermezarkirin. Li Parka Nalî ya bajarê Silêmanî ji aliyê Gruba Dengê Şeqame (kolan) li dijî êrîşên Tirkiye yên li ser Efrîn û Rojavayê Kurdistanê daxuyaniyek dan çapemeniyê. Di daxuyaniya çapemeniyê de çalakvanê medenî Berhem Serdar daxuyanî xwend û got: “Li Başûrê Kurdistanê bi dengek Kurdane dibêjin ji bo azadiyê belê, bimire dagirkerî, teror û êrîş. Li ber çavê hemû dinyayê artêşa Tirk û desthilatên Tirk li Bakûrê Kurdistanê azadîxwazan digirin. Davêjin girtîgehan. Bi vêna jî namînin, sînoran derbas dikin û êrîşê Rojavayê Kurdistanê dikin. Ji bo DAIŞ’ê derbaskirina sînoran re asankarî çêdikin û dixwazin qesabxaneya mirovan çêkin. Dixwazin gel ji herêmên azad ên Rojava vala bikin. Belê nekarîn. Ji ber ku kur û keçên Efrînê soz dane bi xwîna xwe dijî êrîşên dijminan rawestin û xaka xwe bi parêzin. Em li vir ew êrîşên li ser Efrînê şermezar dikin. Bang li hemû aliyên dilsoz û hevxeman dikin piştgiriya Efrînê bikin. Divê civaka navnetewî û Neteweyên Yekbûyî êdî bêdeng nemînin li hemberî kiryar û dagirkeriyên dewleta Tirk. Efrîn weke Kobanê kelha berxwedanê ye û wê bibe gora dijminan."    TEV-DEM   Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) li dijî êrîşa dagirker a dewleta Tirk a li ser Efrînê banga seferberiyê li gelên Rojava, hemû Kurdistaniyan û hêzên demokratîk kir.   TEV-DEM'ê bang li gelê li herêma Cizîrê kir û sibe saet 12'an li Meydana Jinên Azad a Amûdê tevlî mîtînga mezin bibe.