Keştiya penaberan noqî avê bû 2020-11-09 15:55:06   NAVENDA NÛÇEYAN - Keştiya xwest penaberan derbasî Yûnanîstanê bike, di Behra Egeyê de noqî avê bû. Zarokek 6 salî xeniqî û 17 kes jî hatin rizgarkirin.    Keştiya xwest penaberan ji Tirkiyeyê, derbasî Yûnanîstanê bike, li nêzî Girava Samosê noqî avê bû. Di vê bûyera duh rû da de, zarokek 6 salî jiyana xwe ji dest da û 17 kes hatin rizgarkirin.