Helîkoptera Rûsî li Sûriyê ket û 2 pîlotên wê mirin 2018-01-03 14:24:41 NAVENDA NÛÇEYAN – Helîkoptera Rûsî li Sûriyeyê ket. Du pîlotên helîkoptêrê jiyana xwe ji dest dan û endezyarê wê jî birîndar bû. Wezareta Parastinê ya Rûsî ragihand ku 31’ê kanûna 2017’an helîkoptera Mi-24 a Rûsî li Sûriyê ketiye. Wezaretê diyar kir ku helîkopter ji ber pirsgirêkeke teknîkî ketiye û rastî gulebaranê nehatiye. Wezaretê di daxuyaniya xwe ya derbarê bûyerê de jî wiha got, “Helîkopera Mi-24, 15 kîlometre beriya bigihêje balafirgeha Hemayê ketiye û di encamê de her du pîlotên helîkopterê jiyana xwe ji dest dane û endezyarê wê birîndar bû.”   Di daxuyaniyê de hat zanîn ku endezyarê birîndar ji bo dermankirinê rakirin navenda Himêmîm a Rûsî.