Atolyeya Ozgun Sanatê şanoyê jî li xwe zêde kir

img

MÊRSÎN - Atolyeya Ozgun Sanatê ya ji aliyê muzîkjenên ku li kuçeyan hunerê pêşkêş dikin hatiye avakirin, tevî dersên şan, tembûr û piyanoyê dersa şanoyê jî li bernameya xwe ya perwerdehiyê zêde kir. 

Atolyaya Ozgun Sanatê, ku li Mêrsînê ji aliyên muzîkjenên ku li kuçeyan hunera xwe pêşkêş dikin hatiye avakirin, tevî dersên gitar, şan, tembûr û piyanoyê ku bêheq didin, dersa şanoyê jî li bernameya perwerdehiyê zêde kir. Xebatkarên atolyeyê, hewl didin ku bi dersa şanoyê bîrbiriya “muzîkjenên li kuçeyan parsekên modern in” bişikînin. 
 
Endama atolyeyê Îpek Anilan anî ziman ku her diçe eleqeya ji bo atolyeya wan zêdetir dibe û kesên nû û komên nû li wan zêde dibin. Anilan bi lêv kir ku bi vî awayî ew hîn bêtir li kuçeyan cihê xwe digirin û wiha got: “Helbet em ê tim li kuçeyan bin û hunera xwe îcra bikin. Lê belê ji ber şert û mercên derve em bêtir li ser dersên ku li atolyeyê didin hûr dibin. Me afiş û reklamên dersa şanoyê ku em ê îsal bidin çê kirin. Em bi xwe dersên şanyê bidin. Wê heval lîstikên şanoyê binivîsînin û bilîzin. Wê ev hemû bi awayekî komunal bên çêkirin. Yanî dikarim bêjim ku vê serdemê karê me zêdetir e. Ji derve gelek kes tev li me bûn. Dersên me jî zêde bûn. Kesên dixwazin bi me re bixebitin, dikarin atolyeya me bêheq bi kar bînin.” 
 
Endamê atolyeyê Tûgay Arslan jî anî ziman ku hin kes bi çavekî nebaş li kesên muzîkê li kuçeyan îcra dikin dinerin û mebesta wan ew e ku ew vê bîrbiriyê biguherînin. Arslan ev tişt gotin: “Li kuçeyan hin gotinên wek ‘Muzîkjeniya li kuçeyan parsekiya modern e’ dihatin kirin. Ji bo em vê ferasetê bişikînin û nîşan bidin ku rewşeke wisa tune ye hevalên me metn amade kirin.