Hejmara duyem a fanzîna xwendekaran a bi navê 'Hawar'ê derket

img

STENBOL – Xwendekarên zanîngehê, bi armanca ku bibin dengê Hawara Celadet Bedrixan, bi kurdî-tirkî bi navê "Hawarê" fanzînekê derdixînin. 

Hejmara duyem a fanîzana Hawarê ku di Gulana 2017'an de ji aliyê Xwendekarên Zanîngeha Stenbolê ve hat derxistin, derket. Hejmara yekem bi berga ku wêneyê Mûsa Anter li ser û hejmara duyem jî bi berga ku wêneyê Mehmet Ûzûn li ser derket. Fanzîn navê xwe ji Kovara Hawarê ku di 15'ê Gulana 1932'an de bi pşengiya Celadet Bedirxan li Şama Sûriyeyê der çû digire. Fanzîn bi kurdî-tirkî weşana xwe dike û di fanzînê de li gel nivîsên wêjeyî helbest, hevpeyvîn û nivîsên der barê dîrokê de jî cih digirin. 
 
‘BI AWAYEKÎ KOMUNAL TÊ DERXISTIN' 
 
Xwendekarê Fakulteya Huqûqê ya Zanîngeha Stenbolê Mahsûm Oncu der barê fanzînê de agahî dan û diyar kir ku wî û komek hevalên wî yên li zanîngehê biryara derxistina fanzînekê dane û ev tişt gotin: "Em fikirîn, di vê pêvajoya çewsîner de em dikarin çi bikin. Me nîqaşa ku em ê di warê çand û zimanê xwe de karibin çi bikin kir. Di nîqaşan de fikra fanzînê derket. Paşê pêşniyara divê bi çend zimanan be derket pêş." Oncu diyar kir ku paşê wan bi belavokan danasîna wê kiriye û paşê jî xwendekarên Zanîngeha Marmara û Zanîngeha Bilgiyê jî tev li wan bûne. Oncu diyar kir ku ew di nav xwe de pereyan kom dikin û bi awayekî komunal fanzînê derdixînin. Oncu got ku heke nivîsên bi zimanê cuda bên ew ê cih bidin wan jî. 
 
Oncu bi lêv kir ku paşê wan xwe gihandiye hin xwendekarên ku bi perwerdehiya zimanê kurdî dibînin û wiha got: "Ev fikir heycaneke zêde li me peyda kiribû." Oncu sedema ku wan navê "Hawarê" li fanzînê kiriye jî wiha bi lêv kir: "Min navê Hawarê pêşniyar kir. Hevalan got ji xwe bi wî navî kovareke heye, ji bo çi em bi heman navî derxînin? Wek tê zanîn di sala 1932'yan de Celadet Bedirxan bi navê Hawarê kovarek derxist û ev kovar heta demekê weşana xwe dewam kir. Min kovara Hawarê dixwend. Li ser berga wê ya pêş 'Hawar hebe gazî li dû ye' dinivîsand. Min jî got 'Hawara Celadet Alî Bedirxan didome'. Em dikarin wê bidomînin û me wisa biryar da." Oncu got ku di vê serdemê de gelê kurd bi zext û zoriyên cidî re rû bi rû ye û wan xwestiye bi tiştekî wisa bibin bersiva vê rewşê. Oncu dest nîşan kir ji bo çand û wêjeya wan çi ji destê wan bê ew ê bikin û axaftina xwe wiha domand: "Bi amatorî be jî em dixwazin derxînin. Em dixwazin hem ji wê sûdê wergirin hem jî her kesê xwe digihîne me sûdê jê wergirin." 
 
Oncu diyar kir ku ew dixwazin fanzîna wan bêtir li nav xwendekaran berbelav bibe û ji bo vê bang li hemû xwendekaran kir. 
 
MA / Sadiye Eser