‘Dans sekneke ciddî ye'

img

ÎZMÎR - Perwerdekara dansê Serenay Ogûz, anî ziman ku danskirin dibe munasebeta ku mirov û bedena xwe li hev be û li hemberî polîtîkayên bedena civakiyî sekneke cidî ye. 

Dansa modern ku di dîrokê de wek danseke li hemberî baleyê tê pênasekirin, bêyî muzîkeke wê hebe tê pêşandan. Dansa modern ku ji fikra li ser mijarekê tev bigere jî dûr ketiye, wek hunereke ku tiştekî derdixîne holê jî tê pênasekirin. Lê belê li gor perwerdekara dansa modern Serenay Ogûzê derfetên hilberînerî û afirîneriyê yên dansa modern gelek in. Ogûz, diyar kir ku di dansa modern de mirov bi dîsîplînên cuda tên gel hev û ji bo afirîneriyê dansa modern gelek derfetan peyda dike. Ogûz, danskirinê dişibîne hilberîneriyê û got ku dema ew dansê dike hîsên cuda lê peyda dibin. Ogûz ev tişt gotin: "Di dema dansê de ji hîskirina tiştekî bêtir, ji bo çi ez hîs dikim ji bo min girîng e. Wek ku ez li bersivên pirsên xwe digerim dikevim rê. Wan bersivan dibînim nabînim, ev yek cihê nîqaşê ye. Tenê dema îcra dikim ez bi wan pirsa dilîzim. Û ev yek di warê hunduriyî de dibe sedema ku gelek tiştan biijîm." 
 
Ogûz anî ziman ku ew li ser performansa ku wê navê "Valahiyan tije bike" lê kiriye dixebite û ev tişt gotin: "Bêyî rawestan hewldaneke me ya ku em valahiyên di jiyana xwe de dagirin heye. Bi taybetî jî bi dagiriya teknolojiyê ya li ser me re, hîsa wek ku dema mirov serê xwe radike bi awayekî berfireh nanêre li min peyda dibe. Wek ku tim hin tişt li pêşiya min bin. Ez vê hîsê vediguhêzînim ser dikê jî. Pêşî ez hîs û fikra heyî werdgirim û paşê jî liv û tevgerînekê lê zêde dikim." 
 
‘DANS BÛ SEDEMA KU EZ Û XWE LI HEV BÊN' 
 
Ogûz dest nîşan kir ku piştî wê di sala 2005'an de dest bi dansê kiriye nêrîna wê ya li gelek bûyeran guheriye. Ogûz diyar kir ku beriya dansê bike ew bi xwe re tim pev diçû, lê belê dans bû munasebata ku ew û xwe li hev bên. Ogûz, dest nîşan kir ku bi perwerdekariya dansê ew hewl dide temasî jiyana hin kesên din jî bike. 
 
Ogûz, anî ziman ku kesên bi dansa modern re eleqedar dibin, ew û bedena xwe li hev tên. Ogûz dest nîşan kir ku bi taybetî jî bedena jinê wek şermekê hatiye nîşandan û ji ber vê veşartin li wan hatiye ferzkirin, lê belê dans dibe sedem ku kes û bedena xwe li hev bikin û vê hayjêhebûnê peyda bikin. Ogûz, diyar kir ku dans li hemberî polîtîkayên bedena civakiyî sekneke cidî ye. 
  
Ogûz, diyar kir ku gelek çeşnên dansê hene û dema dans neyê kirin civak dibêje qey wan liv û tevgerên di klîbên muzîka popê de dans in. Ogûz got ku li Tirkiyeyê li hemberî dansê jî nêzîkatiyeke polîtîk heye û ji ber vê pêdiviya Tirkiyeyê bi polîtîkayeke çand û hunerê heye. Ogûz divê ku ew bala mirovan bidin ser hunera dansê û divê mirov li ser dikê dansê bibînin. 
 
Ogûz dest nîşan kir ku dans hajêxwebûnê li mirovan peyda dike û ev tişt gotin: "Pirsgirêka herî mezin a mirovan fikirîna sabît e. Modeleke mirovan a ku berbayî bîrdoziyekê dikeve û di oxira wê bîrdoziyê de tiştên din hemûyan tune dihesibîne heye. Em wisa dikin û dijîn." Ogûz got ku lê belê hêla hunerê ew e ku hemû nêrînan meraq dike û lêpirsîn dike. Ogûz got ku rêza wan ji bo fikrên cuda heye û dema ev hemû bên cem hev wê fikrên ku bi fikirînên sabît êrî dikin çê nebin. Ogûz ev tişt gotin: "Çimkî em ê rexnekirinê û nîqaşê hîn bibin. Ev bi her awayî nêrîneke cuda ye. Wê ev tişt hemû bibin sedem ku mirov bi rêzgirî nêzî hev bibin." 
 
MA / Ayşe Surme