Dînç: Êrîşa li dijî Şengalê êrîşa li dijî baweriyê bû

img
AMED – Nivîskar Namik Kemal Dînç, çîrokên der barê şengalê de di pirtûka “Ger di bin siya baskan de Şengal bê ziman (Kanatların Gölgesinde Şengal Dile Gelirse)” de çap kir. Dînç di pirtûkê de diyar kir ku armanca êrîşên 3'ê Tebaxa 2014'an a li dijî Şengalê daxwaza tunekirina baweriya Êzîdîyan bû. 
 
DAIŞ'ê di 3'e tebaxa 2014'an de li dijî Êzîdîyên Şengalê êrîş pêk anibû û bi sed hezaran êzîdî ji bo xwe xelas bikin koç kirin. Piştî fermana êzîdîyan Nivîskar û dirokzan Namik Kemal Dînç, bi welatiyên êzîdî yên ji êrîşê DAIŞ'ê xwe xelas kirin û hatin Tirkiye re hevdîtin kir. Dînç, piştî çîrok û serpehatiyên Êzidîyan kom kir, di pirtûka “Ger di bin siya baskan de Şengal bê ziman (Kanatların Gölgesinde Şengal Dile Gelirse)” de ji weşana Vakfa ZAN çap kir. Dînç di pirtûkê de diyar kir ku armanca êrîşên 3'ê Tebaxa 2014'an a li dijî Şengalê daxwaza tunekirina baweriya Êzîdîyan bû. Dînç, diyar kir ku dema komkujî pêk hat, wan hêj nû li Amedê xebatên der barê komkujiya Ermeniyan a 1915’an de xelas kiribû û dest bi xebata “Ax sed sal" kiribûn û wiha got: "Li aliyekî min li ser komkujiya ku 100 sed sal berê pêk hat lêkolîn dikir, li aliyê din komkujiyek din pêk hat û em bûm şahidê vê komkujiyê. Wê demê ev komkujiya nû bêtir bandor li ser mirovan dike. Wîcdanê mirovan bêzar dike. Ji ber vê yekê min dest bi lêkolîna dîroka devkî kir û min hewce pê dît. Ji ber dîroka devkî ku derbasî nivîsê dibe bêtir mayinde dibe. Piştî min li ser komkujiya 1915'an lekolîn kir, got ‘Divê fermana 73’an têkeve bin qeydan da ku neyê ji bîr kirin." û min dest bi vê lêkolînê kir. " 
 
Dînç, anî ziman ku beriya DAIŞ êrîş bike ezan hat xwendin û piştre DAIŞ'ê êrîş kir û bi vê yekê peyam da êzîdîyan û wiha berdewam kir: "Mislimanên ji ber êrîşê reviyan û xwe avêtin çiyayê şengalê jî hene. Mislimanên ji ber êrîşên eşîran reviyan û xwe avêtin dexlê êzîdîyan û li gundê êzîdiyan bi cih bûn gelek ji wan di êrîşên DAIŞ'ê de hevkariya DAIŞ'ê kirin û îxanet kirin. Vê yekê şikandinek gelek mezin di dilê êzîdîyan de çêkir."
 
Dînç, da zanîn ku dema lêkolîn kirin dîtin ku ev ne êrîşek yek alî ye û pir aliyên vê êrîşê hene û wiha got: "Li aliyekî gelek ji axa wî tê qutkirin. Hem ji çand û hem jî ji baweriyê tê qutkirin. Ji ber ku êzîdî baweriya xwezayê ye. Di meha tebaxê de roj û heyva li Şengalê li welatên Ewropayê û Emerîkayê nayê dîtin. Ji ber vê yekê baweriya wan li gorî tevgera xwezayê û ye. Dema ji axa xwe koçber dibin baweriya wan jî birîn dibe. 
 
Dînç, destnîşan kir ku divê êzîdî karibin xwe bi xwe bi rêve bibin û pergala xweser bê avakirin û statuya wan bê naskirin. Dînç, xwest karibin xwe bi xwe biparêzin û pergala parastina xweser bê avakirin. 
 
MA / Dicle Muftuoglu