Qeyûm di roja astengdaran de deriyê pirtûkxaneya zarokên astengdar girt

img

AMED – Pirtûkxaneya bi Deng a ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ve ku ji bo çavkaniya zimanê zikmakî yê zarokan hatibû vekirin, ji aliyê qeyûm ve hat girtin. Xebatkarên yekîneyê ji kar hatin derxistin û qeydên di malpera înternetê de jî hat astengkirin. 

 
Di sala 2014’an de ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ve di bin banê Yekîneya Piştevaniya Astengdaran a Daîreya Xizmetên Civakî de Pirtûkxaneya bi Deng hatibû vekirin. Pirtûkxane ji aliyê qeyûmê tayînî şaredariyê kirin ve hat girtin. Ji bo zarokên astengdar ku dikaribin bi zimanê dayika xwe ya zikmakî bigîhîjin çavkaniyan, pirtûkên bi deng ku li malpera şaredariyê hatibû barkirin jî hat astengkirin. 
 
PROJEYEK KOLEKTÎF BÛ 
 
Proje ji aliyê Hevşaredara Amedê Gultan Kişanak a niha girtiye, Seroka Daîreya Xizmeta Civakî ya wê demê Semra Kiratli, Midura Yekîneya Piştevaniya Astengdaran Kezban Demîr, Navenda Çanda Dîcle û Firat û di rojên bihûrî de helbestvan Mustafa Gazî (Seyda) yê jiyana xwe ji dest da ve hatibû destpêkirin. 
 
JI BO HEMÛ ZAROKAN BÛ 
 
Berpirsê Pirtûkxaneya bi Deng Mustafa Demîr ê ku qeyûm dawî li karî wî anî behsa xebatên di dema projeyê de meşandine kir. Demîr diyar kir ku mînakên li cîhanê lêkolîn kirine û dest bi projeye kirine û got: “Di encama lêkolînê de pirtûkxaneyek bi vî rengî me ava kir. Tenê ne ji bo kesên astengdar ji bo her zarokê pêdiviya wan bi perwerdehiya zimanê dayikê heye me ava kiribû. Me di vê çarçoveyê de dest bi xebatên xwe kir.” 
 
Demîr destnîşan kir ku bi alîkariya pedagogên profesyonel lêkolîna çavakaniyan dikirin û arşîvên xwe ava dikirin. Demîr got ku ji bo ew bi awayek baş xebata pirtûkxaneya bi deng birêve bibin hemû xebatkarên şaredariyê yên ku bi karên çand û ziman re eleqedar dibûn alîkarî didan projeyê. 
 
BI 3 ZARAVAYÊN KURDÎ DENG BAR KIRIN 
 
Demîr da zanîn ku li Sumerparkê ji bo armanca pirtûkên deng studoyaya qeyda deng ava kirine û li vê derê bi zaravayên zimanê kurdî, kurmancî, dimilkî û soranî li ser malpera web a beşa Pirtûkxaneya bi Deng çîrokan bar kirine. 
 
MALPER HAT ASTENGKIRIN 
 
Demîr behsa piştî qeyûmê ku bi serê pirtûkxaneyê ve hatine wiha vegot: “Piştî tayînkirina qeyûmê saziyên li qada çandî û civakî xizmet didan meşandin hatin girtin. Xebatkar ji kar hatin derxistin û an jî wan li yekîneyên bê eleqe hatin bichikirin. Pirtûkxaneyê ji vê qirkirina çandê para xwe girt. Arşîva me înternetê ku bi kedek mezin ji bo zarokên astengdar û ne astengdar ji ragihandinê re hat girtin.” 
 
JI BO ZAROKAN XEBATA XWE DIDOMÎNE 
 
Demîr anî ziman ku piştî qeyûm hat tayînkirin wî ji kar derxistine û got: “Nîha ez bî takekes^î xebatên xwe dewam dikim. Piştî min ji kar derxistin xebatên muzîka fîlmek orjînal û muzîkên cuda li stüdyo/konser çêkir. Têkildarî pirtûkxaneyê qeydên di destên xwe de carek din sererast dikim û bi armanca carek din vê xebatê pêşkêşî zarokan bikim amadekariyan dikim.” 
 
MA / Dîcle Muftuoglu