Hunera nefes û qamişê: Bilûr

img

RIHA – Bilûr ku bi stranên dengbêjiyê tê zanîn û mirovan aram dike li Rihayê bi destê Ahmet Ateş bi teşe dibe. Osteyê bilûrê Ahmet Ateş, diyar kir ku bilûr hem nefesê terbiye dike û hem jî deng diparêze. 

Amûra mûzîkê û hunera terbiyekirina deng bilûr, bi qamîş tê çêkirin. Bilûr yek ji amûrê muzîkê ya ji qamiş tê çêkirin û bi nefesê deng derdixe ye. Li Gola Masiyan a Rihaya ostayê Bilûrê Ahmet Ateş ê 31 salî ku kargeriya amûrên muzîkê vekiriye bi çêkirina bilûrê balê dikişîne ser xwe. Ateş, bi qamişên ku ji ser behra Spî tîne pê bilûrê çêdike. Ateş 12 salin karê çêkirina bilûrê dike û bi hunerê eleqeder dibe. Ateş, hem bilûrê çê dike û hem jî li bilûrê dixe. Ateş têkildarî çêkirina bilûrê û eleqeya li hemberî bilûrê  axivî. Ateş, destnîşan kir ku dema nefes û qamişa hatiye terbiyekirin dibe yek, sewt û awaza ku mirovan mest dike derdixe. Ateş, destnîşan kir ku bilûr hem hunera bi teşekekirina qamişe û hem jî terbiyekirina nefes û bêhnê ye. Ateş, anî ziman ku bilûr bi qamişên avê tên çêkirin û wiha got: "9 qulên bilûrê hene. Qamişên ku kêrî vê pîvanê ten bi wan bilûr tê çêkirin. Qamişên ku tên amadekirin nêzîkî du salan di odeyekê de dimînin da ku hişk bibin. Pişt re bi agir qamiş tên rastkirin û nîveka wan tê valakirin. Akorda neyê dema ku tê çêkirin tê eyarkirin. Bilûr ji 6 perçeyan pêk tê. Hen piştî li ser agir germ dikin hundirê qamişê vala dikin. Ger ku em Bilûra stêrk çêkin, divê dirêjbûna wê 66 cm be. Em bi bifkirinê akorta bilûrê çê dikin. Bilûr ji perçeyên Neva, Nim hicaz, Çergah, Segah, Kurdî, Dugah pêk tên. Piştî me cihê perdeyan diyar kir em kulikan di qamiş de vedikin. Em bi amûrê aqordê, deng eyar dikin. Hunerek pir zor û zahmet e. Rojê erwiha ev neyên ku bi taybetî li ser daxwazê tên çêkirin, li gorî qalîteya qamiş di navbera 150 û 500 lîre tên firotin. Em difiroşin dervê Tirkiyeyê jî. 
 
AMÛRÊ 5 HEZAR SALAN E 
 
Ateş, anî ziman ku dîroka bilûrê heta Beriya Zayînê 5 hezar salan dirêj dibe û wiha got: "Bilûr di serdema Sumeran de jî hebû. Di merasim û şahiyên olî de lê didan. Bilûr ji baspare, parazvane û qamiş pêk tê. Ji zimanê Sumerî derbasî Farsî bûye. Nâ bûye Ney, Navê wê yê berê ye. Bi zimanê erebî ji hemû amûrên bi nefes re dibêjin “mizmâr ” Niha bi tirkî jî dibêjin “ney” " 
 
QAMIŞ JI HATAY Û EDENEYÊ TÎNE
 
Ateş, anî zima ku qamiş ji Edene û Hatayê tîne û wiha got: "13 cureyên bilûrê heye. Her qamiş nabe bilûr. Qamişê avê dema hêj kesk û şîn be tê birîn. 2 salan dê parastin û piştî hişk dibe li ser agir tê zuhakirin.