Dêra Germûşê li ber rûxandinê ye!

img

RIHA – Dêra aydê ermeniyan a bi navê Dêra Germûşê bi rûxandinê re rû bi rû ye. Her çendî di sala 2011'an de derûdora dêrê wekî qada "Navenda pêşxistina tûrîzmê" hatibe îlankirin jî 6 sal bi ser re derbas bû lê tu pêşketinek derneket holê. Ji hêla din ve ji ber ku zêrgeran di binê stûnan de erd kola ne bi xetereyeke mezin re rû bi rû ye.

Dêra Germûşê (Gamurc-Kamurc) ku di sedsala 19'emîn de hatiye avakirin, 10 kîlometreyî dikeve bakûr rojhilatê navenda Rihayê, ji ber ku ji hêla zêrgeran ve hatiye kolandin, bi rûxandinê re rû bi rû ye. Dêra ermeniyan li gundê Germûşê yê ermeniyan e û ev gund navê xwe yê niha Dagetegî ye, ji ber ser sariyê tev talan dibe. Yê mayî jî bi destê zêrgeran tê texrîbkirin.
 
NE DERGEVAN Û NE JÎ PARASTIN HEYE
 
Herî dawî di sala 2013'an de di çapemeniyê de derbas bûye ku Dêra Germûşê wekî axûr hatiye xebitandin, her roj bêhtir texrîb dibe. Zêrgerên bûne belaya serê avahiyê, yên mayî jî kun kunî kirine. Piştî rewşa dêrê di çapemeniyê de derdikeve, rayedar dikevin tevgerê û dergevanekî peywirdar dikin. Li ber deriyê wê tabelaya danasînê jî tê danîn. Lê niha ne dergevan û ne jî tabela heye.
 
Di 23'yê Cotmeha 2011'an de li ser pêşniyara Wezareta Tûrîzm û Çandê, bi biryara Lijneya Wezîran li derûdora Dêra Germûşê wekî "Navenda pêşxistina tûrîzmê" tê îlankirin, lê li ser re 6 sal derbas bû, tu pêşketin li derûdêra dêrê nehat kirin.
 
PIŞTÎ ERMENÎ HATIN SIRGÛNKIRIN...
 
Tê gotin ku berî 1915'an li herêma Rihayê gundê herî mezin gundê Germûşê ye, ji derveyê Dêra Germûşê, dibistana ku nêzî 100 xwendekar daye xwendin jî hebûye û li derûdora dêrê bermahiyên keşîşxaneyê jî hatine dîtin. Gund qasî 800 malî bûye, dêr di sala 1881'an de ji hêla Hagop Ardvîsyan ve hatiye restorekirin, keşîşxaneyên li dora derûdora gund navê wan jî Surp Hovhannes, Surp Tadeos, Surp Hagop û Surp Minas in, ji derveyê Dêra Germûşê du dêrên gund jî girtine bin qeydan. Dêra ku qala wê tê kirin, heta sala 1915'an ji hêla ermeniyên Ortodoks ve wekî îbadetxane hatiye xebitandin, di sala 1915'an de piştî komkujiya li dijî ermeniyan bi pêş dikeve, dêr tê talankirin. 
 
Hat diyarkirin ku di sala 1915'an de dêr ji fermandarê Mustafa Kemal Ataturk ê bi navê Sumer Paşa re tê tahsîskirin, niha jî gund di destê mîratgirên Sumer Paşa de ye.
 
MA / Arjîn Dîlek Oncel