Fuara TUYAP'ê di roja duyem de didome

img

STENBOL - 36'emîn Fuara Pirtûkan a Stenbolê ya Navneteweyî, di roja duyem de berdewam dike. Weşanxaneyên Aram, Kor û Belge yên tev li fûarê bûn diyar kirin ku armanca wan bi xwinerên xwe re bên cem hev. 

36'emîn Fuara Pirtûkan a Stenbolê ya Navneteweyî ku ji aliyê TUYAP'ê û Yekitiya Weşangerên Tirkiye ve hatiye destpêkirin, di roja duyem de berdewam dike. Di fûara ku ji 17 welatan nêzî 100 weşanên neteweyî û biyanî beşdar bûne de Weşanxaneyên Aram, Kor û Belge yên tev li fûarê bûn diyar kirin ku armanca wan bi xwinerên xwe re bên cem hev. Di fûarê de heta niha zêdeyî 2 hezar bernameyên îmzeyan hatin lidarxistin. Di fûkarê de bernameyên îmze, gotibûj, didome. 
 
JI WEŞANXANEYA ARAMÊ 5 PIRTÛKÊN NÛ 
 
Editorê Weşanxaneya Aramê Ulaş Guldiken, diyar kir ku di 2 salên dawî de nêzî 100 pirtûkên ku ji weşanxaneya Arame hatine çapkirin hatine qedexekirin û wiha got: "Tevî qedexe û astengiyan me xebatên xwe yên weşanê ranewestand. Beriya xebatên fuare dest pê bike me ji Aramê 5 pirtûkên nû çap kirin. Me pirtûkên "Feminizm ve Erkekler", "Uzun Yaz", "Yol", "Masum Saat", "Kenên Hinekirî" çap kirin. Armanca me ne firotina pirtûkan e. Armanc em bi xwînerên xwe re bên cem hev. Li wan guhdar bikin û sohbet bikin. Ji ber fûarê ji sedî heta 60 jî em buha kêm dikin. 
 
Ji Weşanxaneya Kor Burhan Çoşar, jî anî ziman ku ew rastî eleqeyek mezin a xwineran tê û wiha got: "Di 100'emin salvegera Şoreşa Cotmehê de me weşanen taybet çap kirin. 
 
Xebatkarê Weşana Belge Mehmet Ali Variş jî anî ziman ku ew hewl didin dîroka civakê ronî bikin û wiha got: "Eleqeya fûarê gelek baş e."