Rojên Çand û Hunera Kurdî ya Stenbolê dest pê dikin

img
STENBOL – Li Stenbolê Rojên Çand û Hunera Kurdî ya 3'yemîn a Stenbolê dest pê dikin. Şanoger Rûgeş Kirici têkildarî bernameyê agahî dan û got ku ew li benda her kesî ne. 
 
Navenda Çanda Mezopotamya (NÇM) Rojên Çand û Hunera Kurdî ya 3'yemîn a Stenbolê li dar dixe. Rojên Çand û Hunerê di 25’ê Mijdarê de dest pê dikin û dê 5 rojan bi rêzeçalakiyên hunerî yên mîna konser, pêşandana wêneyan, şano û panelan bidome. Dê vekirina bernameyê roja 25’ê Mijdarê saet di 13.30’an de bi pêşandana wêneyên girtiyê bi navê Murat Satilmiş dest pê bike. Şanoger Rûgeş Kirici têkildarî bernameyê agahî dan. 
 
‘NÇM’Ê TOVÊN ÇANDA KURDÎ ÇAND’ 
 
Kirici bi bîr xist ku NÇM ji 1991’an vir ve tovên çand û hunera kurdî çandiye û wiha got: “Armanca vê mihrîcanê ya esil ew e ku em hilberînên kurdên li ser xaka Mezopotamya, Kurdistanê û her deverê cîhanê bi gel re bînin ba hev. Çimkî bajarê Stenbolê yek ji wan bajara ye ku kurd herî zêde lê dijîn.” 
 
‘JI BER OHAL’Ê BI DERENGÎ KET’ 
 
Kirici da zanîn ku organîzeya Rojên Çand û Hunerê hinek bi derengî ketiye û ji ber şert û mercên OHAL û rewşa siyasî bernameya wan bi derengî ketiye. 
 
‘BI AWAYEKÎ KOLEKTÎF HAT ORGANÎZEKIRIN’
 
Kirici der barê bernameyê de jî agahî dan û ji şanoyê heta pêşandan û konseran dê gelek çalakî bên lidarxistin. Kirici diyar kir ku bernameya wan li gorî salên din hinekî hatiye tengkirin û her çi qas bername ji 5 rojan pêk bê jî lê bernameya wan dewlemend e. Kirici got ku ew ê bi navê “Di OHAL’ê de huner” panelekê li dar bixin û hunermendê NÇM’ê vê xebatê bi awayekî kolektif organîze dikin. 
 
Kirici dest nîşan kir ku heta niha tu astengî derneketine pêşiya wan û wiha dewam kir: “Me bi salonên taybet re li hev kir. Lê belê deriyê her salonê ji bo me ne vekiriye. Em ê li gelek deveran rêzeçalakiyên xwe yên çand û hunerî li dar bixin.” Kirici di dawiya axaftina xwe de bang li her kesî kir ku beşdarî bernameya wan bibin û xwest eywan tije bibin. 
 
Bernemaya Rojên Çand û Hunera Kurdî ya 3'yemîn a Stenbolê wiha ye:
 
25’ê Cotmehê: 
 
* Li Salona Civînê ya Cezayîr pêşandana wêneyan (13.30)
 
* Panel: Moderator Genim Îldan; axaftvan Cevahîr Sadak, Agît Işik, Berfîn Emektar û Samî Tan (14.00)
 
* Pêşendana kurte fîlm (17.00)
 
* Li Navenda Çanda Bajêr a Şîşlî konsera vekirinê ya NÇM’ê (20.30)
 
26'ê Cotmehê:
 
* Pêşkêşî: “Wêjeya Kurdî ya li dîasporayê” (14.00)
 
* Şano: “Dawiya dawî” (20.00)
 
* Li Şanoya Kenter konser: Xalit Tarî, Rûşen Alkar, Agît Işik (20.00)
 
27’ê Cotmehê:
 
* Li Navenda Çandê ya Suyê: “Heft û Heşta Du Kesan” (16.00)
 
* Li Navenda Çandê ya Suyê guhdariya Denbêjiyê (18.00)
 
* Li Navenda Çandê ya Golge pêşandana “Qirix” (20.00)
 
* Li Şanoya Kenter konser: Rojhilat Project, Mizgîn Tahîr, Ayfer Duztaş (20.00)
 
28’ê Cotmehê:
 
* Li Navenda Çandê ya Sûyê lîstika nû ya Amedê (15.00)
 
* Li Navenda Pêşandanê ya Bostanciyê konser: Serhat Çarnewa, Metîn Kemal Kahraman, Bajar, Şehrîbana Kurdî, Zelal Gokçe, Nurcan Degîrmencî, Denîz Esmer, Çiya Şenses (18.00)
 
29’ê Cotmehê: 
 
* Li Navenda Çandê ya Sûyê pêşandana “Qirix” (15.00)
 
* Li Navenda Çandê ya Golge konser: Stêrkên Azadiyê (18.00)
 
* Li Şanoya Kenter: Berû, TJN (20.00)