‘Cegerxwîn evîndarê welat bû’

img

AMED – Endamên Koma Helbestê ya Amedê di vê şevbêrka xwe ya helbestê de behsa serpêhatiya helbestvan Cegerxwîn kirin û helbestên wî xwendin. Nivîskaran û helbestvanan got ku Cegerxwîn evîndarê welat bû û ji her cihê lê geriyaye sûdê wergirtiye.  

Koma Helbestê ya Amedê şevbêrka helbest û danasîna helbestvanê kurd didomîne. Koma Helbestê ku bi danasîna hosteyê mezin helbestvan Baba Tahirê Ûryan dest bi şevbêrkên xwe kir û şevbêrkê bi danasîna helbestvanê kurd ê sedsala 20’an Cegerxwîn dewam kir. Koma Helbestê vê hefteyê jî kesayet û helbestên Cegerxwîn kirin mijara şevbêrka xwe û li ser serpêhatî û kurtejiyana Cegerxwîn rawestiyan. 
Di şevbêrkê de gelek helbestvan û nivîskar amade bûn û moderatoriya bernameyê nivîskar Hasîp Yanliç kir. Helestvan û nivîskarên din jî behsa jiyana Cegerxwîn kirin û helbestên wî xwendin. Her wiha helbestvanan helbestên li Efrînê jî nivîsandibûn xwendin. 
 
‘EW EVÎNDARÊ WELAT BÛ’
 
Nivîskar Azad Zal behsa serpêhatiya Cegerxwîn kir û got: “Kurdistan Cegerxwîn bi xwe ye. Li tevahiya Kurdistan geriyaye û kesayetek zane, siyasetmedar, rewşenbîr û aristokrat bû. Ji siyasetê heta xebatên wêjeyê dida meşandin. Ew evîndarê welat bû. Cegerxwîn pira navbera wêjeya klasîk û wêjeya nûjen e.” 
 
‘FEYZA XWE JI JINÊ GIRTIYE’ 
 
Helbestvan Roza jî destnîşan kir ku Cegerxwîn gelek êşa welat kişandiye û ji ber êşa welat hemû helbestên wî têkildarî welat in. Roza da zanîn ku Cegerxwîn feyza xwe ji şoreş û têkoşîna jinê jî digire û di gelek helbestên wî de jinê jî cih girtiye. 
 
‘LI DIJÎ AXATIYÊ DERKETIYE’ 
 
Nivîskar Eyup Guven jî anî ziman ku Cegerxwîn di navbera salên 1920’an û 1925’an de li navçeya Dêrika Mêrdînê maye û li medreseyan xwendiye. Guven diyar kir ku Cegerxwîn li cem Mele Îskender Kazim ders dîtiye û di heman demê de li Dêrikê li dijî pergala axatiyê û meleyên li gel dewletê cih digirin derketiye û bi vê sedemê ji Dêrikê hatiye qewirandin. 
 
‘JI HER DEVERÊ SÛD WERGIRTIYE’ 
 
Helbestvan Rodî Zinar jî bibîr xist ku Cegerxwîn li ku geriyaye ji wir sûd wergirtiye û got: “Seydayê Cegerxwîn her tim helbest afirandiye. Divê ala ku Cegerxwîn girtibû destê xwe niha jî helbestvan vê alê hildin. Pêwîste helbestvanên niha jî di şopa kesayetiya şoreşger a Cegerxwîn de bimeşin.” 
 
Di bernameya bê de dê helbestvan û nivîskar behsa nivîskarên kovara Hawarê bikin.