Qeyûm vê carê dest dirêjî tabelaya Mehmed Uzun kir

img

AMED - Qeyûmê Şaredariya Yenîşehîrê Serdar Kartal, tabelaya Parka Mehmed Uzun daxist. Qeyûm çarîka helbesta Hilbe Agrî ya li ser pirtûkê jî rakir. 

Qeyûm piştî tayînî şaredariyên DBP'î hatin kirin, hemû navên ku kurdan li sazî park û navendên xwe kirine yek bi yer radike û li şûna wan navên cuda datîne. Qeyûmê ku fermana îktîdara AKP'ê tev digere, yek bi yek navên ku şaredariyan bi vîna gel li park, bîrdarî, navend, sazî û dezgehan kirine tevan radikin û vîna gel li ber çavan nagirin. Hemû navên ku hiş û dîroka kurdan diparêze yek bi yek tên rakirin. Nivîskarên kurd bertek nîşanî vê yekê dan û diyar kirin ku bi vê hewldanê nikarin bigêjin meqseda xwe. Niviskarê û rojnameger Îrfan Babaoglu, anî ziman ku wekî rastiya rojê her kes wêjeya kurd qebûl dike û wiha got: "Kesên nikarin pêşketina wêjeya kurd asteng bikin vê carê êrîşî nirxên kurdan dikin. Qeyumê Şaredariya Yenîşehîrê Serdar Kartal  nivîskarê kurd Mehmet Uzun ê got "Ez nivîskarê zimanê qedexe me" kir hedef. Bi daxistina navê Mehmed Uzun û busta pirtûkê ya helbesta Mehmed Uzun li ser wêjeya kurdî kir hedef." 
 
Babaoglu, anî ziman ku 11'ê Cotmehê 10'emîn salvegera Mehmed Uzun e û van rojan amadekariyên bîranîna salvegera Uzun dikirin. Babaoglu, destnîşan kir ku di demên dawî de hem qeyûm û hem jî mulkên îdarî hebûnên çanda kurdan dikin hedef û hemû sembolên çand, ziman û nasnameya kurdan dikin hedef. Babaoglu, destnîşan kir ku di şexsê çand û zimanê kurd de nasname û hebûna kurd dibe hedef û wiha got: "Êrîşên li dijî ziman, çand û henera gelekî neqareta herî mezin a li dijî wî gelî ye.  Hişmendiya êrîşî peykerê Feqîyê Teyran û Mehmet Uzun kirin heman feraset e. 
 
‘YÊN HÊZA WAN TÊRA KURDAN NAKE ÊRÎŞÎ WÊJEYA KURDAN DIKIN'
 
Babaoglu, anî ziman ku ev êrîş ne tenê li dijî navekî û tabelayekê ne û wiha got: "Em dizanin ev êrîş ne tenê li dijî navekî ne. Ev raste rast li dijî rûmet û nasnameya gelê kurd e. Li dijî bîrdozî, felsefe, dîrok û hafizaya kurd e. Ev encama polîtîkayên înkarê yên ku jie nûve dikevin meriyetê ye. Lê ev êrîş vala ne. Dê negêjin armanca xwe. Yên hêza wan têra kurdan nakin êrîşî wêjeya kurd dikin. Ev êrîş dê nikarin jin, ciwan zarok û tevahiya kurdan ji lêgerîna wan a azadiya wêje û çanda kurdan paşve bikişîne." 
 
HÊZA WÊJEYÊ HER DEM ZALIM TÊK BIRINE
 
Babaoglu, destnîşan kir ku di dîrokê de her dem hêza wêje û çandê zalim têk birine û li dijî îktîdar û zaliman her dem bi ser ketiye. Babaoglu, bang li hêzên îktîdarê ku van polîtîkayên înkar, tunekirin û bişaftinê li ser nirxên kurdan dimeşîne kir û xwest bi lezgîn dest ji van polîtîkayên xwe berdin. 
 
DIXWAZIN DESTKEFTIYÊN KURAN TUNE BIKIN
 
Zimanhez û parazvanê ziman Mehmet Esen, jî anî ziman ku Mehmed Uzun yek ji nirxên kurd ên qada wêjeyê ye û wiha got: “Memed Uzun bi berhemên xwe xeyalên kurdan zindî kirin. Êş, şahî û çanda kurdan di berhemên xwe de bi ruh kir. Ji ber vê yekê bi rakirina navê Mehmed Uzun dixwaze hiş û nirxên kurdan ji holê rake. Lê Mehmed Uzun bi jiyan û berhemên xwe di dilê kurdan de cih girtiye û nikarin wî ji dilê kurdan rakin." 
 
Şaredariya Yenîşehîr a BDP'î di 11'ê Cotmeha 2013’an de bi minasebeta salvegera vefata Uzun Park li ser navê Mehmet Uzun vekiribû. 
 
MA / Rifat Şahin - Devran Toptaş