Şanoya Araf 10 salin li dû lêgerîna azadiyê ye

img
ÊLIH - Yek ji damezrînerê koma Şanoya Araf ku 10 salin li Êlihê gelek lîstîkên kurdî pêşkêşî gel kir Murat Korkmaz, diyar kir ku şano amûrê azadiyê ye û rêya herî xweşik a lêgerinê ye.
 
Lîstîkvan Murat Korkmaz li navçeya Hawêl a Sêrtê sala 2002’yan de bi tena serê xwe dest bi rêwitîya şanoyê kir û di sala 2008’an de koma şanoya “Araf” ava kir. Korkmaz, diyar kir ku şano amûrê azadiyêye û rêya herî xweşik a lêgerinê ye.
 
Korkmaz, anî ziman ku navê Araf pênaseya bêaliye û wiha axivî: “Araf tê wateya ku li dijî cezayê desthilatdariyê da ye, bê tirs ketina gunehê ye. Wateya Araf dinavbera cennet û cehenneme de mayîne. Em jî got en ne biçin cennete û ne jî biçin cehenneme, em dinavberê de bimînin. 
 
‘ME BI KURDÎ ŞANO ÇÊDIKIN’                                     
 
Korkmaz, da zanîn ku ji ber rexneyên gel wan dest bi lêgerîna şanoya kurdî kirin û wiha got: “Gava em şanoya kurdî pêşkêş dikin baweriya me bêhtir bi me tê. Destpêkê me şanoyên xwe li Êlihê pêşkêş kirin. Dûre em derketin tûrneyê. Di çarçoveya tûrneyê de me lîstikên xwe li Enqere, Stenbol, Eskîşehîr, Amed û Wanê pêşkêş kirin. Mirovan eleqeyek mezin nîaşn dan. Li Eskîşehîrê cara yekemîn mirovan şanoya kurdî temaşe kirin. Temaşegeran dûre keyfxweşiya xwe bi me re parve kirin.” 
 
‘EM XEBATÊN ATOLYEYÊ DIMEŞÎNIN’
 
Korkmaz, derbarê xebatên bi rêve dibin jî ev agahî dan: “Bi her awayî em xebatên xwe yên şanoyê bi rêve dibin. Ligel vê yekê rojên Bazarê em xebatên atolyeya şanoyê dikin. Bi vê ve girêdayî em dixwazin dîsîplînên huner ên cuda bînin gel hev û xebatên cuda bidin meşandin.” 
 
‘ŞANO LÊGERÎNEKE’
 
Korkmaz, destnîşan kir ku şano awayekê lêgerinê ye û wiha pê de çû: “Mirov li tiştekê digere. Destpêkê nizane li çi digere. Dûre bi şanoyê ferq lêgerîna xwe ferq dike. Bi şanoyê tiştek cuda tê avakirin. Ev di warê hişmendî de mirovan digûherîne. Şano bi mirovan dide hîskirin ku çiqasê binirxin. Şano di heman demê de amûrê azadiyê ye. Şano refleksa jiyanê ye. Bi çavekê pêşeyî li şanoyê mêze nakim. 15 salin lîstikvaniyê dikim. Di saya şanoyê de min zêdetir wate da jiyanê.”
 
‘TENÊ DERKETINA SER DIKÊ TÊRÊ NAKE’
 
Murat Korkmaz, di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Mirov tenê derbikeve ser dikê, têrê nake. Kesekê ku bi şanoyê re eleqeder dibe, divê siyasetê, felsefê û zanistê baş zanibe ku bi çareseriyek xurt derbikeve ser dikê.” 
 
MA / Sonya Bayik