Mala xwe kir muzeya sînemayê

img

EDENE - Makînîst Sabrî Şenevî ku hewşa mala xwe veguherand muzeya sînemayê, bi hezaran afîşên fîlman û fîlmên mirovan ber bi rojên berê ve dibe. Fîlm bêyî bedel tên pêşandan. 

Berê li Tirkiyeyê sînemayên havînê bivênevê bûn. Lê belê bi pêşketina teknolojiyê ew jî di nav pêlên dîrokê de bûn toz û çûn. Di navbera salên 1970-1985’an de li Tirkiyeyê bi giştî 2 hezar û 424 sînemayên havînê hebûn û ji vana 154 jê li Edeneyê bûn. Sabrî Şeneviyê 59 salî jî tam 20 salan li Edeneyê di van sînemayên havînê de makînîstî kiriye. Ji ber ku dilê Şenevî her li ser sînemayê ye, niha hewşa mala xwe veguherandiye muzeya sînemayê. 
 
Şeneviyê yê ku hewşa mala xwe ya li Taxa Alî Dede ya navçeya navendî ya Seyhana Edeneyê veguherandiye muzeya sînemayê, bi hezaran afîşên fîlman û fîlman mirovan dibe rojên berê. Her wiha Şenevî bê bedel fîlman nîşan dide. 
 
'DI 7 SALIYA XWE DE MIN SÎNEMAYÊ NAS KIR’ 
 
Şeneviyê ku li Edeneyê çê bûye û mezin bûye, dema 7 salî bûye bavê wî wî dibe fîlmê “Benhur” û li wir cara ewil sînemayê nas dike. Şenevî got ku bi saya bavê wî eleqeya wî ya ji bo sînemayê zêde bûye û ev tişt gotin: “Di zarokatiya xwe de me li ber Sînemaya Luksê pirtûkên Tommîsk, Teksasê difirotin. Ji bo em têkevin sînemayê em li benda hatina malbatên qelebalix disekinîn. Wan wek em zarokên wan bin dibirin sînemayê. Min wê çaxê afîşên sînemayê berhev kirin.” 
 
Şenevî got ku bavê wî tenekevanî dikir û tarên xwarbûyî yên ji sînemayan dihatin diselihand û wiha domand: “Li Kanalkopruyê dikana bavê min a tenekevaniyê hebû. Ez li ber destê wî dixebitîm. Xwediyê dikana me Refîk Çakadûr jî makînîstê sînemayê bû. Li Sînemaya Arzûyê dixebitî. Rojekê bobînên xwarbûyî yên fîlman anî û dirêjî bavê min kir. Em bi hev re çûn sînemayê. Min bir daîreya makîneyê. Ez hînî rastkirina karê bobînan bûbûm. Min dest bi rastkirina bobînan kir. Ev yek li xweşa makînîst çû. Got ‘Tu êvarî were alîkariya min bike.’ Bi destûra bavê xwe min dest bi kar kir. Ez hînî bihevzeliqandina fîlmên qetiyayî bûm, hînî bicihkirina komirê bûm. Êdî hat wê astê ku min makine dixebitand. Êvaran min dest bi karê alîkariya makînîst kir. Piştî demekê ez tam hîn bûm. Êdî hosteyê min kar teslîmî min dikir. Bi vî awayî min dest bi makînîstiya sînemayê kir.” 
 
BI DEHHEZARAN FÎLM KOM KIRIN 
 
Şenevî got ku wî li Edeneyê li sinemaya Arzû, Dunya, Bahar, Çelîk, Kervan, Mavi Koşk û Luksê makînîstî kiriye û ev tişt gotin: “Bi salan min afiş û fîlm kom kirin. Niha li vê sinemaya malê; nêzî 20 hezar fîlm heneî 10 hezar afîşên biyanî û xwecihî, 150 heb fîlmên 35 mm, 50 heb yên 16 mm, yek jê yê 70 mm, 3 hebên mezin ên 35 mm, 5 makîne, 7 hebên 16 mm û 3 makîneyên min ên 8 mm’yî hene. 5 hezar DVD’yên biyanî û xwecihî, 4 hezar fîlmên kasetan û di her yekê de hezar fîlm bi giştî 25 hard disk hene. Bi salan min serweteke da ser hev.” 
 
'DÎMENÊN BERÊ BIQALÎTETIR BÛN’ 
 
Şenevî bi lêv kir ku ew li mala sînemayê bê bedel fîlman nîşan dide. Şenevî diyar kir ku heta salên 1980’yî sînema baş bû, lê belê bi pêşketina teknolojiyê sektora sînemayê ber bi nebaşiyê ve çû. Şenevî got ku piştî makîne veguherîne yên dîjîtal êdî karê makînîstan jî nemaye. Şenevî anî ziman ku makîne pêşî yên bi komir bûn, paşê bûn yên lempeyî û herî dawî jî veguherîne yên dîjîtal û wiha domand: “Lê dîmenên van makîneyan ji ên dîjîtal biqalîtetir in.”
 
Şenevî got ku azweriya ji bo sînemayê kêm bûye û wiha axivî: “Berê gel diçû sînemayê. Lê niha sînema ketiye bêrîka mirovan. Di telefonan de temaşe dike. Pereyan nade sînemayê. Di bêrîka xwe de fîlman temaşe dike. Ji ber vê hejmara temaşevanên sînemayê kêm bûye. Berê fîlmên biqalîte hebûn, lê niha li sînemayan ew qalîte tune ye.” Şenevî got ku bi avakirina vê mala sînemayê ew wê azweriya xwe ya ji bo sînemayê bi gel re parve dike û wiha domand: “Li vir nifşê nû berê dibîne. Nifşê berê jî rojên berê bi bîr tîne. Sînema ji bom in evin e. Ez qet ne zewicîm. Ez bi sînemayê re zewicîm.” 
 
MA / Hamdullah Kesen