Li Pale Hunerê 4 fîlm, şevbûherka helbestê

img

AMED – Pala Huner a li Amedê xebatan dike, bernameya xebatan a meha Çileyê aşkera kir. Di meha Çileyê de dê 4 fîlm bên pêşandan û şevbuhêrkek helbestan bê lidarxistin.

Pale Huner a li Amedê wekî alternatîfeke çand û henerê derket pêş, di meha Çileyê de 4 fîlman dide temaşekirin û dê şevbuhêrkeke helbestan li dar bixe. Saziya çand û hunerê li herêma Dîclekentê ye û pêşandana fîlman bê heq e. Di meha Çileyê de dê bi 4 fîlman derkeve pêşberî temaşevanan, saziyê demsala xwe ya helbestan jî da destpêkirin û bi huner hezan re tên gel hev.
 
ŞEVA HELBESTAN
 
Dê di 9'ê Çileyê de di moderetoriya Hasîp Yalniç de şeva helbestan li dar bixe, dê Civata Helbestan a Amedê ya ku rojên borî ji hêla komek helbestvan ve hat avakirin, dê derkeve ser dikê. Helbestvanên kurd dê bi dirûşma "Em bi helbestên Feqiyê Teyran şad bibin" dê derkevin pêşberî gel.
 
LA BATTAGLÎA DÎ ALGERÎ
 
Fîlma destpêkê li Pale Hunerê tê pêşandan “La Battaglîa Dî Algerî” ye û dê di 7'ê Çileyê saet di 18.00’an de bê pêşandan. Fîlmê ku derhêneriya wê Gîllo Pontecorvo kiriye, di sala 1966'an de hatiye kişandin û fîlmêke Îtalyayê ye. Fîlm balê dikişîne ser mêtingeriya Fransayê ya li ser Cezayîrê. 
 
CEDDO 
 
Fîlmê duyemîn "Ceddo" ye û dê di 14'ê Çileyê saet di 18.00’an de bê pêşandan. Fîlm di sala 1977'an de di derhêneriya Ousmane Sembene de hatiye kişandin. Fîlm balê dikişîne ser sedsala 17'emîn ya civaka Ceddo. Ev civaka ku girêdayî çand û kevneşopiyên Afrîkayê ye, ji bo çanda wan ji holê winda nebe, li ber xwe didin.
 
EL VÎAJE 
 
Fîlmê sêyemîn fîlmê “El Vîaje” ye û di 21'ê Çileyê saet di 18.00’an de derdikeve pêşberî sînema hezan. Derhênriya fîlmê Fernando Solanas kiriye û di sala 1992'yan de hatiye kişandin. Fîlm çîroka ciwanêkî ku li bavê xwe digere û bi duçerxeya xwe ketiye ser rê û dirba. Fîlmê herî dawî jî fîlmê Soy Cube ye û fîlm di 28'ê Çileyê saet di 18.00'an de dê bê pêşandan. Fîlma ku Mikahaîl Kalatozov derhêneriya wê kiriye, balê dikişîne ser rêveberiya Batîsta û şoreşa Kubayê.