‘Berbang’a Erebê Şemo ji nû ve hat çapkirin

img

NAVENDA NÛÇEYAN - Weşanxaneya Lîsê 3 jê helbest, 2 jê roman û yek jê jî folklor 6 pirtûkên nû çap kirin. Lîsê romana Erebê Şemo “Berbang”ê  ji nû ve çap kir. Şemo di sala 1957’an de ev roman nivîsandiye. 

Weşanxaneya Lîsê, 6 pirtûkên nû çap kirin. Ji pirtûkên hatine çapkirin romana Erebê Şemo ya “Berbang” jî di nav de 2 jê roman, 3 jê helbest û yek jê jî folklor e. Her wiha ji van pirtûkan yek jê jî pirtûka helbestan a bi navê “Rê û Rêç” e. “Rê û Rêç” xelata Pêşbaziya Helbestan a Arjen a Arî ya 2017’an wergirtibû. 
 
Pirtûkên ji Weşana Lîsê derketin ev in: 
 
‘BERBANG’A EREBÊ ŞEMO DERKET
 
‘Berbang’ guhertoyeke romana Erebê Şemo ya bi nave Şivanê Kurmanca ye û di sala 1957’an de hatiye nivîsandin. Çend serpêhatîyên ku di Şivanê Kurmanca de tune ne lê hatine zêdekirin û çend serpêhatî an hatine kurtkirin an jî dirêjkirin. Bi vî awayî navê hin kesên ku navê wan di Şivanê Kurmanca de tune ye jî di van serpêhatîyên lê hatine zêdekirin de derbas dibe. Zimanê berhemê heman ew zimanê Şivanê Kurmanca ye. 
 
‘Berbang’ ji 200 rûpelî pêk tê. 
 
BERHEMEKE FOLKLORÎK: KILAMÊN DERSIMÊ
 
Xebata folklorik ‘Kilamên Dersimê’ ji aliyê Husniye Aydin ve hatiye amadekirin. Husniye Aydin di pêşgotina vê xebata xwe ya folklorik diyar dike ku li herêma Dersimê li gelek gundan geriyaye û ev kilam berhev kirine. Her wiha Aydin destnîşan dike ku vê xebata wê keda bîst salan e. Di pêşgotina vê berhema folklorik de wiha tê gotin: “Ez li gelek gundan gerîyam û min ji gelek kilambêjan gelek kilamên ciyawaz berhev kirin. Ev xebata han li ber gencîneya kilamên tevayiya welêt zahf hindik e. Lê ez hêvî dikim ku ew ê xwendevan û kilamhez ji xebata me hez bikin û bi kêfxweşî bixwînin.”
 
Berhema “Kilamên Dersimê’ ji 88 rûpelan pêk tê.
 
DOSYEYA DI PÊŞBIRKA ARJENA ARÎ DE BÛ YEKEMÎN HAT ÇAPKIRIN 
 
Dosyeya helbestan a bi nave "Rê û Rêç" a Narîn Yuklera ku di Pêşbazîya Helbestan a Arjen Arî ya 2017'an de bû yekemîn û xelatwergirt jî hat weşandin. Ev pirtûk berhema ewil a Narîn Yuklera 29 salî ye. Yukler hewl dide ku bi vê berhema xwe ya ewil û xelatgir helbesta kurdî zexim bike. Berhema “Rê û Rêç” ji 72 rûpelan pêk tê. 
 
ROMANA ‘XANIYÊ ŞÎN’
 
Romana ‘Xaniyê Şîn’ romana yekemîn a Tahir Taninha ye. Di romanê de behsa malbateke gundê wan hatiye şewitandin tê kirin. Malbat koçî Diyarbekir dibin, li Taxa Baglarê bi cih dibin. Li vê taxê jiyana xwe berdewam dikin. Roman behsa çend rojên meha mijdarê dawiya sala 2000’an dike. Lehenga romanê Binevş ji Taxa Baglarê tu caran derneketiye û hez nake ji wir derbikeve. Êdî hez nake here gund jî, li taxê, di xaniyê şîn de asê maye. Mêrê wê Cembelî, keça wê Norin kurê wê Tajdîn hewl didin ku Binevşê bibin taxên dî, bibin gund. Çi qas hewl didin, jiyana wan, serboriya wan, wan jî li Taxa Baglarê, li xaniyê şîn asê dike. Evînên şikestî, dinyayeke bêhêvî, rabirdû, jîyaneke zor û zehmet malbatê li taxê, li malê asê dike. Şayesandina kuçeyên teng, mirovên li taxê dijin, yên koç dikin, yên li ber malên xwe rûniştine dike. Xewnên ecêb, rabûrdîyên tevlihev heta malzarokê, jiyana ciwantiyê, dawet, mil bi mil, serdestîya mêran, zordestîya dagirkeran ji devê yekemîn, ji devê sêyemîn tê gotin.
 
Romana “Xaniyê Şîn” 88 rûpel e. Her wiha di sala 2016’an de bi navê “Lata Lêron” pirtûka kurteçîrokan a Taninha jî ji weşanxaneya Lîsê derketibû.
 
‘PÊTÎ’YA MAHABAD FELAT ARDA
 
Pirtûka helbestan a bi navê “Pêtî” ya Mahabad Felat Arda jî hat weşandin. Di vê pirtûkê de helbestvan Mahabad Felat Arda, ji dar û beran heta giyaneweran, ji keser û bextewariyan heta serketin û binketinên welat û têkoşîneke ku didome, di ser kesekî/ê re bi mecazeke hinartî û hindazeyî li helbestê bar dike û bi vê yekê fikr û hestê bi hev re dimeşîne û kirasekî rasteqîne li hêmayê dike. 
 
"Pêtî" ji 84 rûpelan pêk tê.
 
‘QERAXÊN SIYA HÊVIYÊN HAR’ A AZAD DILAWER
 
Pirtûka “Qeraxên Sîya Hêvîyên Har” a helbestvan Azad Dilawer ji helbestên helbestvan ên ku di navbera salên 2011’an û 2017’an de nivîsîne pêk tê. Helbestkar di nava van 32 helbestên xwe re berê xwe dide mijarên cihêreng û bi naveroka xwe ve van helbestan li tevna bûyerên rojane dixe, ên ku di jîyanê de pirr caran dubare dibin. Xwîner di helbestên Dilwar de pêrgî helbestên xwedan naverokên têvel tê û ev naverokên navhatî wan peywendiyên taybet ên di navbera mirovan û xwezayê, azadiyê, welêt û bindestiyê, çarenûsa qirêj a bindestan, xeyalên şikestî û hêviyê, dilşadiyê û bêriya ji bo dem û cîyên xweşhalîyê û nexweşhalîyê de bi xwe ve digirin.
 
 “Qeraxên Sîya Hêvîyên Har” ji 64 rûpelan pêk tê.