46 hunermendan vê carê ji bo girtiyan ‘Zindana Diyarbekir’ strîn 2020-04-07 17:26:43 NAVENDA NÛÇEYAN - 46 hunermendên Kurd vê carê ji bo giriyên di zindanê de strana "Zindana Diyarbekîr” strîn û xwestin girtî bêne berdan.  46 hunermendên kurd bi organîzasyona MED Muzîk TV civiyan û ji bo piştevaniya bi Îtalya ku ji ber şewbê herî zêde kes mirin bi sirûda Çaw Bella piştevanî dabûn. Projeya MED Mûzîk TV didome. Vê carê 46 muzîsyenên Kurd strana ‘Zindana Diyarbekir’ ku di sala 1980'e de li Rojava ji aliyê Koma Agirî ve hatibu strin ji nuve stran û xwestin girtiyên zindanan bêne berdan.    Koordînatorê MED Muzîk TV Merdan Zêrevan diyar kir ku armanca wan ji bo piştevanîkirina daxwazên gel û zindanan ên li Kurdistan û Tirkiyeyê ye. Zirav bal kişand ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 21 sal in li Girtîgeha Îmraliyê ye û got: “Ji ber şewba vîrûsa Korona jiyana bi deh hezaran girtiyên siyasî di xeteriyê de ye. Hem gel û hem jî gel dixwawzin demildest girtî bên berdan. Em hunermendên Kurd dixwazin vê daxwaza gel xurt bilind bikin.” Zirav bal kişand ser xebatên wiha û got: “Di vê demê de ku ji her demê bêhtir pêwîstiya me bi yekbûn û bi hevrebûnê heye. Xebata li pêşiya me jî wê ji bo Rojhilatê Kurdistanê bê kirin.”   NAVÊ MUZÎKJEN Û SOLÎSAN   Di projeyê de 17 muzîkjen û 29 solîst cih digirin. NAvên muzîkjen û solîstan wiha ne: “Xemgîn Bîrhat, Vîyan Awazê Çiya, Nesrîn, Cömerd, Önder Deniz, Xanemîr, Zozan Zûdem, Yeşim İncedursun, Bengî Agirî, Tîtal, Xelîl Xemgîn, Tülay, Seher Stran, Roj, Nuarîn, Arya Şahin, Fehed Şengalî, Serhat Awazê Çiya, Ali Gecimli, Jîyan Arjîn, Rojînda, Deniz Deman, Sîpan Xelat, Farqîn Azad, Ronî Erez, Zeyno Durar, Nûdem, Berfîn Mamedova ve Berbag   Mordem Awazê Çiya, Ciwan Ayaz, Delîl Awazê Çiya, Hogir Göregen, Nurullah, Memet Taş, Sultan, Lewend Yûsiv, Hozan Derwîş, Merdan Zirav, Mazlum Rewşen, Murat Bakrak, Nure Dilovan, Sefkan, Emrah Öztürk, Memo Yapıştıran, ve Dilvan Ronî   Arrangement, Mix, Video Montage: Merdan Zirav.   #AzadîjiboOcalan #AzadîHemûGirtiyênSiyasî   #FreeOcalan #FreeThemAll #FreeThemAllPoliticalPrisoners   Ev klîp li ser tevnên civakî û dîsa hesabê Youtabe yê MED Muzîk TV hatiye parvekirin.