Qayûm tabelaya Navenda Çanda Elî Temel rakir 2017-12-19 10:16:49 MÊRDîN - Qayûmê Şaredariya Qoserê, tabelaya Navenda Çand û Hunerê ya Ş. Elî Temel rakir û deriyê navendê mohr kir.  Qayûmê Şaredariya Qoserê ya Mêrdînê Ahmet Odabaşi, tabelaya Navenda Çand û Hunera Ş. Elî Temel rakir û navendê mohr kir. Navenda di hundirê Parqa Mehmet Sîncar a li taxa Tepebaşiyê  de dimîne 22 Tirmeha 2013’an ji aliyê Şaredariya Qoserê ya DBP’î ve hatibû vekirin û her sal perwerdehiya gîtar, tembûr, şano, wêne, keman, erbane û folklorê dihat dayîn. Li ser girtina navendê perwerdehî ji bi dawî bûn. Derbarê ji nû ve vekirina navendê de agahiyek zelal nehat bidesxistin.   PEYKERA UGUR KAYMAZ JÎ HATIBÛ RAKIRIN    Qayûmê Şaredariya Qoserê beriya niha jî peykera ji bo Ugur Kaymaz ku di 12 saliya xwe de bi bavê xwe Ahmet Kaymaz re di encama gule barana polîsan de hatibû qetilkirin rakiribû.   ELÎ TEMEL KÎ YE?     Elî Temel di sala 1981'an de hate girtin û xistin Girtîgeha Amedê. Temel, piştî di sala 1990'î de tahliye bû bi Koma Çiya ku sazûmankarê wî ew bixwe bû bi helbestên ku piranî yên wî bûn qaseta bi navê "Rozerîn" derxist. Di wê demê de di gelek çalakî û konseran de cih girt. Temel bi strana xwe ya Şitla Azadiyê ya ji bo Ferhat Kurtay, Necmî Oner, Mahmut Zengîn, Eşref Anyik ku di zindanên Amedê de bedana xwe dan agir û Zekiye Alkan ya li bircên Amedê bedena xwe da agir nivîsandî hat naskirin. Demek di serwîsa çand û huner a Rojnameya Ozgur Ulke yê de xebitî. Temel ku tevlî PKK'ê bû di 13'ê tîrmehê sala 1994'an de di encama pêvçûna bi îxbarekî derket de li nêzî Şemrexê birîndar bû, bombeya li ser xwe teqand û jiyana xwe ji dest dabû. Nivîskar, helbestvan û hunermendê navdar ê kurd, helbestên wî di Koma Çiya de bûne berhemên gelek stranan. Ali Temel dema di girtîgeha Amedê de bû, bi tayê gorê û textan tembûr çêkir û li ber têlên tembûrê helbest nivîsand. Temel, piştî serbest hate berdan di 9'ê Tîrmeha 1994'an de li gundê Tirbik yê navçeya Şemrexê di pevçûnekê de jiyana xwe ji dest dabû.   Malbata endamê PKK'ê û hunermendê kurd Elî Temel ku di sala 1994'an de li Şemrexê di şer de jiyana xwe ji dest da û di gora komî de hatibû definkirin hestiyê kurê xwe Temel ji Dozgeriya Komarê ya Qoserê wergirtin. Bi sedan kes tev li wergirtina hestiyan bûn. Hestiyên Temel li Goristana Girê Bîra ya Qoserê hat definkirin.