Qeyûmê hemû berhemên wî rakirin 2017-12-19 09:52:54 WAN – Şahwelat Kiliç ê ji Erdîşê, 2 sal e li ser mînyatura Keleha Arzaşkunê dixebite û bi dawî kir. Kiliç aşkera kir ku berhemên wî li hin deverên navçeyê hatine çikandin, lê qeyûm ji cihê wan rakiriye û kes li berheman wî xwedî dernakeve. Şahwelat Kiliç ê 69 salî li navçeya Erdîşê ya Wanê dijî û demek dirêj e lêkolîn dike û peykertiraş e. Kiliç gelek berhemên wî heme û 2 salan li ser berhemeke nû xebat kir û ew bi encam kir. Kiliç di serî de peykerê Kawayê hesinkar, Ahura Mazda, Kuleya Galatayê, Emrah û Selvî, Masiyê Gola Wanê, Tiriyên Erdîşê, gelek kanî û peykerên sewalan çê kiriye, niha jî Keleha Arzaşkunê çê dike.   JI MO MÎNYATURIYA KELEHÊ 2 SALAN XEBAT KIR   Kiliç bi kevirê navdar ê navçeya Xelatê ya Bedlîsê ku wekî “Kevirê Xelatê” tê zanîn, di hewşa mala xwe de mînyatura kelehê çê kiriye. Kiliç da zanîn ku gelek berhemên wî li navçeyê çikandine, qeyûm ji cihê wan rakiriye û li hemberî vê bêhurmetiya qeyûm gelekî bi hêrs e. Kiliç da zanîn ku xwedî li berhemên wî dernakevin û wiha got: “Min bi salan ji bo van berheman ked da. Lê hemû rakirin, ev bêhurmetiyek mezin e.”   'DEMA EZ BI WÊNEVA XAPIYAM GURAM MÎH XWAR'   Kiliç di temenekî piçûk de dest bi peykertiraşiyê kiriye, aşkera kir ku wî bi hêviyeke mezin pîşeyê xwe heta roja îro aniye. Kiliç bîranîneke xwe ya der barê çêkirina peykeran de wiha vegot: “Ez ji zarokatiyê ve bi vî pîşeyî re eleqedar im, dema min pez diçêrand jî ev kar dikir. Rojekî min pez diçêrand, ez ew qas pêva hatibûm girêdan ku guran êrîşê pêz kiribû û gelek ji wan kuştibûn. Qet agahiya min jî jê çênebû.”   ‘MIN BI BIZMARAN LI ERDÊ WÊNE ÇÊDIKIRIN’    Kiliç destnîşan kir ku dema wî wêne çê kirine, pênûs û lênûska wî tune bûye, bi bizmaran li ser kevir, erd û hwd. wêne çêkiriye. Wêneyê Kiliç ê destpêkê jî trên bûye. Kiliç da zanîn ku ji ber ku her dem wêne çêkiriye, bavê wî jêre hêrs bûye û wiha pê de çû: “Bavê min digot ‘tuyê dîn bibî.’ Piştre ez dam dibistana razanê. Min her rojên Înê li dibistanê wêne çêdikirin. Dema min wêne çêdikirin hemû zarokên dibistanê dihatin gel min. Her kesî meraq dikir. Mamosteyê min piştgirî didan min û min xwe bi pêş dixist. Piştî dibstan qediya min dest bi peyker kir.”   ‘QEYÛM BERHEMÊN MIN RAKIRIN’    Kiliç da zanîn ku piştî dibstanê wî karekî serbest kiriye û wiha pê de çû: “Ez berê 8 salan di Şaredariya Erdîşê de xebitîm. Min qasî 70 berhem ji şaredariyê re çêkir. Min li navenda navçeyê gelek kanî çêkirin. Piştre Fatîh Çelîk ê AKP’î bû şaredar. Fatîh Çîftî mirovekî ku bi hunerê re eleqeya wî tuneyî ye. Bi hatina wî re qîmeta li hemberî min û berhemên min qediya. Niha jî hemû berhemên ku min çêkirine qeyûm ji cihê wan radike.”   ‘MIN BERHEMEK MEZIN ÇÊKIR KES XWEDÎ LÊ DERNAKEVE’   Kiliç anî ziman ku mînyatura ku çêkiriye, bi mehan li ser xebitî ye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Di vê kelehê de Medî jî mane. Di serdema Medan de ji vê kelehê re dibêjin Keleha Zêrîn. Belê min li ser vê gelek lêkolîn kirin û herî dawî min biryar da ku ez mînyatura wê çêkim. Bi Kevirê Xelatê ez 2 salan li ser xebitîm û min qedand. Keleh hema li kêleka mala min e û ez gelek caran derketim ser û min cih dipîvan. Ez difikirim ku min berhemekî baş çekiriye; lê kes xwedî lê dernakeve.”   KELEHA ARZAŞKUNÊ BERÎ ZAYÎNÊ ÇÊBÛYE   Keleha Arzaşkunê ya ku Kiliç mînyatura wê çêkiriye, Berî Zayînê (B.Z) di sala 840’an de hikumdarê Urartuyan Qral Sardur çêkiriye. Keleha Arzaşkunê 3 kîlometreyan dikeve bakurê Erdîşê û li ser girê 2 hezar rakimî hatiye çêkirin, bi plana izgarayî û bi sê goşeyan, 2 hezar û 750 metre firehiya wê heye. Keleha herî bêheybet a serdemê ye. Tê gotin ku di cîhanê de cara ewil li vê kelehê hesinê zîv hatiye helandin û li vir hilberîna wê hatiye kirin. Di demên dawî de keleh bi tevahî di bin xetereya rûxandinê de ye.   MA / Ugur Atabay