Nivîskar Temel: Her tişt di nava salên 1918 - 1923'yan de pêk hat 2017-12-18 10:34:39   MÊRSÎN – Nivîkar û lêkolînerê kurd Celal Temel, Peymana Lozanê ya bandoreke mezin li ser dîroka kurdan kir û salên "1918-1923" ji nêz ve lêkolîn kir. Temel pêşketinên di van salan de di pirtûkekê de berhev kir û ev sal wekî salên bê statuhiştina kurdan pênase kir.   Pirtûka nivîsarê kurd Celal Temel a bi navê “1918-1923 Mondros’tan Lozan’a Kürtler, Kürtlerin Aldanma ve Aldatılma Yılları” (Ji salên 1918-1923 ji Mondrosê heta Lozanê kurd, Salên Xapandi û Xapandinê yên kurdan) ji Weşanên Weqfa Îsmaîl Beşîkçî derket. Pirtûk ku di warê dîroka dîplomasiya kurdan de jî gelek agahiyên balkêş dide, pêvajoya salên 1918-23'yan bi giranî derdikeve pêş û nivîskar van salan wekî salên mirina kurdan û destpêka pirsgirêkan pênase dike.   'ÇI BÛ LI LOZANÊ BÛ'   Temel di pirtûkê de aşkera dike ku kurd jî wekî gelek civakên din gelekî qedîm ê li Rojhilata Navîn e û her dem ji bo daxwazên xwe yên neteweyî di nava têkoşînê de bûye, dem bi dem têkoşîna siyasî û çekdarî meşandiye. Têkoşîna kurdan ya di navbera salên 1859 û 1984'an de di pirtûkê de cih digire. Piştî hemû lêkolînan, di salên 1923'yan de pêşketinên cidî derketine holê. Temel bê statu hiştina kurdan bi Peymana Agirbesta Mondrosê û Peymana Aştiyê ya Lozanê ya piştî 1'emîn Şerê Cîhanê hat îmzekirin da nîşan. Temel 5 salên di vê navberê de wekî bê statuya kurdan pênase kir û ev tişt got: "Ji xwe kurd heta sedsala 19'emîn xwedî statuyê ne, lê min dît ku çi bû piştî van 5 salan bû."   Temel di pirtûka xwe de cih daye belgeyên di navbera Osmanî û kurdan jî û aşkera kir ku piştî 1'emîn Şerê Cîhanê, kurd, tirk û ermenî bi hev re jiyan kirine, piştre Osmaniyan di navbera kurd û ermeniyan de polîtîkayeke çawa bi pêş xistiye, daniye holê.