Cenazeyê Saîd Yûsûf ber bi Qamişlo ve ket rê 2020-02-28 11:29:35 STENBOL - Cenazeyê hunermenên kurd Seîd Yûsûf ê jiyana xwe ji dest da, ji bo ku li Qamişlo bê definkirin, ji Stenbolê bi rê ket.  Cenazeyê hunermendê kurd Seîd Yûsûf ê berî du rojan li nexweşxaneyekê Stenbolê jiyana xwe ji dest da, ji bo ku li bajarê Qamişlo bê definkirin, ji morga nexweşxanê hat girtin û birin Balafirgeha Stenbolê. Cenazê Yûsûf wê bi balafira saet 12:00’an bibin Balafirgeha Şerafettîn Elçî ya Şirnexê û ji wir jî wê bibin bajarê Hewlêr ê Herêma Kurdistana Federe. Cenaze wê ji bajarê Hewlerê bibin bajarê Qamişlo yê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û li vê derê bê definkirin.    Malbata Yûsûf jî, bi cenazere derket rê.