Mitbexa malê kir atolyeya wêneyan 2020-01-03 09:19:41 WAN - Namet Karakûş ku mutbaxa mala xwe kir atolyeya wêneyan, bi rê û dirba şewitandina textan, rengên birûn, bi awayê akrîlîkî û sê buûtî wêneyan çê dike. Li Taxa Hafize ya navçeya Rêya Armûşê ya Wanê, Namet Karakûş mitbexa mala xwe kiriye atolye û bi rê û dirba şewitandina textan, rengên birûn, bi awayê akrîlîkî û sê buûtî wêneyan çê dike. Karakûş ku ji zarokatiya xwe ve wêneyan çê dike û li Fakulteya Hunerên Ciwankariyê xwendiye, xeyala wî ya mezin ew e ku atolyeyeke mezin ava bike û şagirtên wî çê bibin.   Karakûş, gava di pola 4'an a dibistana seretayî de bûye dest bi çêkirina wêneyan kiriye û heta niha tev li gelek pêşbirkan bûye û gelek xelat wergirtine.   Karakûş, diyar kir ku tabloyeke bi boyaxên rûnî di 2 mehan de diqedîne û got: "Helbet ev xebat li gor hûrguliyên wêneyan diguhere. Ji bo xebatên min hîn zîndetir bixuyên ez rûnên boyaxî tev li hev dikim û çê dikim. Ji xeynî boyaxên rûnî, tiştên akrîlîk jî çê dikim. Boyaxa akrîlîk jî bi piranî di wêneyên li ser dîwaran de bi kar tînim. Her wiha ez li ser textan jî tiştina çê dikim. Pêşî li ser text xêz dikim, paşê bi amûra şewitandinê dişewitînim û şikil didimê. Gelek kes diecibînin".   Her wiha Karakûş, mamoste ye, lê belê nehatiye tayînkirin. Karakûş, bilêv kir ku xeyala wî ya mezin ew e ku atolyeyekê vebike û li atolyeyê dersan bide. Karakûş, got: "Heger îsal bêm tayînkirin ez ê atolyeyekê vebikim û van xebatan hînî mirovan bikim".