'Wêrekî li dijî tirsê sekna hevpar e' 2017-12-07 09:28:37 ÎZMÎR - Dildarê TAKSAV'ê Mesut Gungor der barê Mîhrîcana Şanoyê 6'emîn a Îzmîrê ya Navneteweyî de agahî dan û da zanîn ku ew bi têmaya "Wêrekî"yê, li dijî tirsê sekneke hevpar nîşan didin.  Dê Mîhrîcana Şanoyê ya 6'emşn a Îzmîrê ya Navneteweyî îsal di pêşengiya Weqfa Ji Bo Huner û Çandê ya Lêkolîna Civakî (TAKSAV) de bê lidarxistin. Mîhrîcan dê di 8'ê de dest pê bike û heta 18'ê Kanûnê dewam bike û dê 37 lîstik derkevin pêşberî hunerhezan. Dê ji 37 lîstikan 5 ji derveyî welat bên. Di berdewama mîhrîcanê de dê 13 atolyeyên cuda û gotûbêj bên lidarxistin. Di mîhrîcanê de dê bi zimanê îspanyolî, gurcî û kurdî jî lîstik bên pêşandan û dê beşeke lîstikan bêheq bê temaşekirin. Gotobêjên û atolyeyên ku dê xwendekar bêheq beşdar bin, dê li 13 cihên cuda yên bajêr bên pêşandan. Mîhrîcana ku di serdema OHAL'ê de tê lidarxistin, dê bi têmaya "Wêrekî"yê bê lidarxistin. Dildarê TAKSAV'ê Mesut Gungor diyar kir ku ji ber Tirkiye di rewşeke zehmet re derbas dibe, wan têmaya "Wêrekî"yê derxistiye pêş û armanca wan ew e, riya çareseriyê nîşanî mirovan bidin.   Gungor diyar kir ku wan di salên borî de herî zêde têmayê "berxwedan, hêvî" derdixist pêş û wiha got: "Şano nêrîneke cuda ya li cîhanê ye. Mirovên li Tirkiyeyê di şertên zehmet re derbas dibin. Di rewşeke wiha tarî de, mirov derd, pirsgirêk û riyên xwe yên çareseriyê bi wêrekiyê dikarin bibînin. Divê em di vir de hêza hunerê derxin pêş."   'DIVÊ EM BIGIHÎNIN HEMÛ BEŞÊN CIVAKÊ'   Gungor aşkera kir ku TAKSAV 20 sal e li Enqereyê mîhrîcanê li dar dixe, 6 sal e li Îzmîrê jî ev xebatan dewan dikin û piştrast kir ku kevneşopiya wan a şanoyê kevin e. Gungor, anî ziman ku organîzasyon bi dildarî hatiye destpêkirin, gelek ciwanan piştgirî daye vê xebatê û wiha pê de çû: "Di du salan de gelekî bi kelecan dest pê kir û wekî navneteweyî dewam kir û heta îro hat. Du sal eleqeyek mezin heye. Dê şanogerên Şanoya Bajêr a Amedê bi lîstika "Hamlet" a bi zimanê kurdî jî derkeve pêşberî temaşevanan."   'WÊREKÎ SEKNA HEVPAR A LI DIJÎ TIRSÊ YE'   Gungor got ku dê OHAL bandorê li ser mîhrîcanê bike û wiha dirêjî da axaftna xwe: "Wêrekî çi qasî li nav mirovan belav bibe, tirs jî ew qas li nav mirovan belav dibe. Ji ber wê me têmaya 'Wêrekî'yê derxist pêş ku em bikaribin li dijî tirsê sekneke hevpar derxin holê. Her sal xelatên me hene. Me îsal xelata 'Wêrekiyê' da endamê Hîndekariya Beşa Şanoyê ya Fakulteya Erdnîgarî, Dîrok û Ziman yê bi navê Sureyya Karacabay. Karacabay bi KHK'ê hatibû îxrackirin. Sekneke me ya hevpar heye. Em jî di vî warî de tişta hewcedar bi cih tînin."    BANGAWAZÎ   Gungor destnîşan kir ku şano rasterast peyama xwe vedibêje û ev tişt anîn ziman: "Li gorî gelek beşan, şano bi temaşevanan re dibe yek û gotina xwe dibêje. Di hunerê de qada herî muxalîf e. Ji ber wê bi taybetî hemû desthilatdar şanoyê wêder dikin, an jî dixin bin serweriya xwe. Civak niha tê tepisandin, qadên muxalefetê tên tengkirin û ji ber wê jî divê her kes tişta ku dikeve ser milê wan pêk bîne. Me îsal gelek lîstikên xweş anîn. Em bang li her kesî dikin ku bên eywan û dikan."