Qeydên Komeleya Çand û Hunerê ya Mezopotamyayê dest pê kirin 2019-11-10 09:09:37   MÊRDÎN - Qeydên atolyeyên Komeleya Çand û Hunerê ya Mezopotamyayê dest pê kirin. Komele, bi pêşengiya 7 ciwanan hatiye avakirin û li Qoser a Mêrdînê ye.     Komeleya Çand û Hunerê ya Mezopotamyayê ku li Qoser a Mêrdînê bi pêşengiya 7 ciwanan hat avakirin, dest bi kursên erbane, gîtar, bilûr, tembûr hwd. kirin. Perwerdekar komeleyê Sema Ozelasî, anî ziman ku ji ber di qada çand û hunerê de valahiyek hebû, wan komeleyek ava kiriye û got: "Em ê li komeleyê dersên erbane, gîtar, bilûr, tembûr hwdç bidin. Her wiha em koroyeke zarokan jî ava dikin. Ji bo mezinan jî kursên govendê hene."    Her wiha Ozelasî, anî ziman ku ew dixwazin dengbêjiyî jî zînde bikin û got: "Em ê di nêz de merasîma vekirinê ya komeleyê çê bikin. Divê em xwedî li çand û hunera xwe derkevin. Em li benda her kesî ne."