Qeymeqamê Hopa destûr neda lîstika Levent Uzumcu derkeve ser dikê 2019-11-09 10:49:09   NAVENDA NÛÇEYAN - Qeymeqamê Hopa destûr neda ku lîstika Levent Uzumcu ya "Ev çîroka tê vegotin ya te ye" derkeve ser dikê.    Lîstikvan Levent Uzumcu xwest li Navçeya Hopa ya Artvînê listeka "Ev çîroka tê vegotin ya we ye." li Dibistana Seretayî ya Ataturk bidin pêşandan. Lê Qeymeqamê Hopa lîstina lîstika şano ya "E çîroka tê vegotin ya te ye" qedexe kir û destûr neda ku bê lîstin. Sendîkaya Lîstikvanan têkildardî mijarê daxuyanî dan. Sendîkayê bi ser navê "Edî bes e" daxuyanî dan û biryara qeyqeqamiyê şermezar kirin. Sendîkayê diyar kir ku endamê wan Lîstikvan Levent Uzumcu xwestiye lîstika şano ya bi navê "Ev çîrok ya we ye" bidin pêşandan. Sendîkayê anî ziman ku li ser daxwaza Midûrê Polîsan a Hopa ya "Pêşandana li avahiyên cemaweriyê ne guncav e" Qeymeqamê Hopa destûr nedaye ku lîstika wan bê pêşandan. Sendikayê destnîşan kir ku ev biryarek keyfî ye û dê li dijî vê yekê têkoşîna xwe berdewam bikin."