Bi keviran dest pê kir niha minyaturan çê dike 2019-11-09 09:18:00 QERS - Metîn Dogrûkartalê ku di zarokatiya xwe de bi kevirên nerm hin fîgur çê kirine, niha bîbloyên minyaturî yên cihwarên dîrokî yên Qersê çê dike.  Metîn Dogrûkartalê 54 salî ku di dema şivantiya xwe de bi keviran hin fîgur çê kirine, niha minyaturên cihwarên dîrokî yên Qersê çê dike. Dogrûkartal, di bin banê Şaredariya Qersê de di atolyeyekê de karê xwe dike û bîbloyên minyaturî yên cihwarên dîrokî yên wekî pira kevirî ya dîrokî, Dêra 12 Hewariyan, Mizgefta Evliya, Koşka Katarîneyê û Xirbeyên Aniyê çê dike.    Dogrûkartal, bilêv kir ku gava zarok bûye wêne û peyker bala wî kişandine û got: "Gava diçûm dibistana seretayî, min pir hez ji xêzkirina resman dikir. Her wiha min xelat jî wergirtin. Ji wê rojê ve eleqeya min a ji bo hunerê heye. Piştî dibistana sereteyaî ji ber rewşa aborî min hew karibû bixwîne. Gava min şivantî dikir, min kevirên nerm berhev dikirin û li ber malê lod dikirin. Gava min kevir berhev dikirin, xelkê henekê xwe bi min dikir û digotin, 'heşê xwe xwariye.' Lê min guh neda wan. Min ji xwe re kir armanc û min çê kir."    HÎN MIROVAN DIKE    Dogrûkartal, diyar kir ku ji çêkirina bîbloyên minyatur pir hez dike û niha hînî mirovan dike. Dogrûkartal, got: "Karê xwe bi kêfxweşî dikim. Dixwazim eleqeya mirovan jî çê bibe. Çimkî heta niha li Qersê hunera bîbloyên minyatur tunebû. Cara ewil e, ez çê dikim. Me li Qersê kêmaniya di warê turîzmê de dît. Penêr û hungivê Qersê navdar in. Turîstên dihatin jî tenê penêr û hungiv dikirîn. Me bîbloyên çê kirin jî danîn cem vana. Me xwst em tevkariya turîzmê jî bikin."    ALÎKARIYA JI BO BUDÇEYA ŞAREDARIYÊ   Dogrûkartal, anî ziman ku wî heta niha mînyaturên Keleha Qersê, pira kevirî ya dîrokî, Dêra 12 Hewariyan, Mizgefta Evliya, Koşka Katarîne, Xirbeyên Aniyê û gelekên din çê kirine.   Derameta ji van minyaturan bi dest dikeve daxilî nav budçeya şaredariyê tê kirin.