Li dijî pişaftinê bi kurdî beşdarî pêşbirka tirkî bû 2019-11-08 16:47:38 NAVENDA NÛÇEYAN - Helbestvanê girtî Erd.Agron bi dosyaya kurdî ya helbestê ya bi navê "Dîwan" beşdarî 23’emîn Pêşbirka Xelata Helbestan a Behçet Aysan bû. Argon têkildarî serdana xwe ji Lijneya Hilbijartinê re nameyek şand têde ev tişt nivîsand: "Ez ne daxwazkarê xelatê me. Tevlîbûna min, li dijî cemeeta wêje û hunerê ku ziman û wêjeya kurdî terkî bîrdoziya serdest kiriye çalakiyeke û li dijî nêzikbûna her cûre pişaftin û xwe-pişaftinê îttîrazeke." Serlêdanên ji bo Pêşbirka Xelata Helbestan a Behçet Aysan ku her sal ji aliyê Yekitiya Bijîjkên Tirk (TTB) ji bo bîranîna Helbestkar Dr. Behçet Aysan ku di 2'ê Tîrmehê 1992'an Komkujiya Madimakê de jiyana xwe ji dest da tê lidarxistin, berdewam dikin. Lijneya Hilbijartinê ya pêşbirka ku îsal sala wê ya 23'emîn e, ji  Dogan Hizlan, Cevat Çapan, Ahmet Tellî, Alî Cengîzkan û Tûrgay Fîşekçî pêk tê. Helbestvanê girtî Erd.Agron bi dosya xwe ya kurdî ya helbestê ya bi navê "Dîwan" ku hê nehatiye weşandin, beşdarî pêşbirkê bû.    Argon têkildarî beşdarbûna xwe ji Lîjneya Hilbijartinê ya pêşbirkê re nameyek şand. Nameya Argon a ku bi çend ristên helbesta Tûrgût Ûyar a bi navê "Yokûş Yola" dst pê dike wiha ye:   "Güllerin bedeninden dikenlerini teker teker koparırsan Dikenleri kopardığın yerler teker teker kanar  Dikenleri kopardığın yerleri bir bahar filân sanırsan Kürdistan'da ve Muş-Tatvan yolunda bir yer kanar   Biratî, parvekirina bingeha hebûn, xwedîbûna ji heman çavkanî û pirî caran herikîna ji coyekê ye. Kurdên ku li dijî pêkanîn û polîtîkayên pişaftinê yên bîrdoziya fermî li ber xwe didin, bi sedan salan e zimanê bira tirkî weke gef nedîtine û pêwîstiyên biratiyê jî bêguman pêkanîne. Di hemû rojname, kovar û weşanxaneyên xwe yên welat û derveyî welat de, heta di pêşbirkên xwe yên ku li girtîgehan li ser navê kurdî saz kirine de jî cih dane tirkî. Gelo heta îro di çend pêşbirkên ku li ser navê huner û wêjeya tirkî de cih dane kurdî, çend weşanxaneya pirtûkên kurdî çap kirine, em dev ji rojnameya berdin çend kovaran deriyên xwe ji kurdî re vekirine û helbesteke kurdî weşandine? Hûn wijdanê civaka Tirkiyeyê û ronakbir û helbestkarên ku di dilê gelek kurdan de cih girtiye, vê yekê nebînin û vê pirsê nepirsin?   Mewlana dibe tacegul Melayê Cizîrî hatiye qedexekirin, Yûnûs Emre tê mezinkirin Feqiyê Teyran nayê ser ziman, Haci Bektaş bi awayekî heybet tê bibîranîn hewl tê dayîn Ehmedê Xanî bê jibîrkirin. Niha jî hûn ji bernameyekê derbasî bernameyekê dibin û rojname û kovar bi her gotin û rêzên we tên xemilandin û lê hatiye wê astê ku li ser navê huner û wêjeya kurdî pêşbirk nayên lidarxistin, rojnameya tekane ya kurdî Azadiya Welat û kovar hemû hatine girtin, weşanxane mehkûmî bêderfetiyan hatine kirin, gelek nivîskar û helbestkarên kurdî ku bi xwînê dinivisînin li girtîgeha terkî rizandinê hatine kirin.    Pirsgirêka Kurd di heman demê de pirsgirêka ziman e. Kurdî li ber mirinê ye. Xebera we jê heye? Ez jî bi dosyeya xwe ya ‘Dîwan’ beşdarî Pêşbirka Helbestan a Behçet Aysan dibim û ji bilî hewcetiyên ziman hemû pêwîstiyên din bicih tînim û beşdar dibim. Daxwaza min ne ew e ku ez bi dosyeya xwe di xelatê de bi ser bikevim. Beşdariya min bi ziman û helbestên kurdî ye. Bi beşdariya helbestên kurdî hewl didim kevirekî deynim ser kevirê helbesta kurdî. Ez ne daxwazkarê xelatê me. Tevlîbûna min, li dijî cemeeta wêje û hunerê ku ziman û wêjeya kurdî terkî bîrdoziya serdest kiriye çalakiyeke û li dijî nêzikbûna her cûre pişaftin û xwe-pişaftinê îtîrazeke."    Li dijî rihê biratiya Rojava tevgerek hat destpêkirin. Niha ew kesên ji bo can û malê xwe têdikoşin, belkî jî di berîkên wan de risteyên we hene. Beşdariya min banga Hektorên sedsala 21’emîn a hembêzkirina helbestên we ne.    ‘Li aliyê din ê sînor bombeyek were teqandin heke hûn wek herîkîna kaniyekî bibînin   wê canê kurdan bişewite   Divê di dilê tirkan de cihek xwîn bibe    Heke bi hîleya Yezdan carek din lê bide Hektor carek din   Wê vê carê helbest xwîn bibe û helbestvan xwîn bibe    Wê cîhan xwîn bibe.'   Bi rêzdarî    erd. Agron"