Kolektîfa Filma a Avakino tê avakirin 2019-09-30 12:24:35 STENBOL - Sînemagerên ku li Ewropayê hatin gel hev Kolektîfa Filma a Avakino ava kirin û amadekariya vekirinê dikin. Kolektîf, bi armanca ku pêkanbûna "Sînemaya Azad" nîşan bide, dê tora têkiliyê ava bike. Kolektîfa Filma a Avakino ku bi hatina gel hev a sînamehezên li Ewropayê hat avakirin, di 3'ê Cotmehê de bi konserekê dest bi xebatên xwe dike. Kolektîfa Filma a Avakino, bi armanca ku fîlmên ku çanda kurd kirine mijara xwe arşiv bike û bîrek bide avakirin û çavnkaniya aborî ji bo sînemaya alternatîf ava bike dê dest bi xebatên xwe bike. Kolektîfa ku dixwaze kesên eleqeya wan ji bo sînemayê heye bigihîne, fîlmên nû hilberîne û sînemagerên ku rastî cihêkirin hatine bîne cem hev, armanc dike ku hebûna "Sînemaya Azad" nîşan bide, dê tora têkiliyê ava bike.