Maşîneyên barê wan giran pira dîrokî texrîb dikin 2017-11-28 12:16:21   EDENE - Pira dîrokî ya Mîsîsê, ji ber ku maşîneyên barê wan giran bi ser re derbas dibin, her roj zêdetir texrîb dibe.   Pireya Mîsîsê ya dîrokî li taxa Mîsîsê ya navçeya Yuregîra Edeneyê ye û 16 serdem e bi xweşikbûna xwe ya dîrokî balê dikişîne. Dirêjahiya pireyê 132 metre, beraya wê 6,5 metre ye û li ser kembera kevir hatiye avakirin û 9 çaviyên wê hene. Ji ber ku pire di nav qada SÎT'ê de ye, li herêmê ji bo zêran kolandin tê kirin û di heman demê de maşîneyên barê wan giran bi ser pireyê re derbas dibinin, ev jî zerareke mezin dide pireyê. Şaredariya AKP'î ya Yuregîrê soz dabû gel ku pireyekî li herêmê çêke, lê ev soza xwe neanî cih. Li ser pireyê lehwaya "Divê maşîneyên giran bi ser re derbas nebin" hatiye daliqandin, lê ruxmê vê jî rayedar destûrê didin ku maşîne bi ser re derbas bibin.   Pireya ku li hemberî erdhej, şer û hemû rûxandinan li ber xwe da, îro bê parastin hatiye hiştin.   MAŞÎNE ZERARÊ DIDIN PIRÊ   Welatiyê bi navê Mehmet Kaplan aşkera kir ku şaredariya AKP'ê ji bo taxê xizmetê nake, pire berhemeke çandê ye û tu sazî xwedî li pireyê dernayê. Kaplan destnîşan kir ku şaredariyê soz daye gel dê wekî alternatîfa Pireya Masîsê ji bo taxê pireyekî çê bikin, lê hêj pire nehatiye çêkirin. Kaplan da zanîn ku ji ber maşîneyên barê wan giran bi ser pireyê re derbas dibin, ev jî zerareke mezin dide pireyê.   Hamît Bozdal ê li nêzî pireyê rûtinê, piştrast kir ku her roj bi dehan maşîneyên giran bi ser pireyê re derbas dibin û wiha got: "Dema maşîne derbas dibin mala me jî ji ber diheje. Ji bo pire hêj zêdetir texrîb nebe divê ji vê yekê re çareserî bê dîtin."   DÎROKA PIREYA MÎSÎSÊ   II'emîn Împaratorê Romayê Flavus Julîus Costantînus di sedsala 4'emîn de Pireya Mîsîsê li ser çemê Ceyhanê ava kiriye û yek jî pireyên herî girîng ên Rêya Armûşê ye. Piştî herêm ket destê Bîzans, Abbasî, Selçuklu, Memluklu, Ramazanogulllari û herî dawî jî destê Îparatoriya Osmanî, ji ber erdhejên li herêmê pire hinekî zerar dît. Herî dawî di sala 1998'an de hat restorekirin.