Fîlmê komuna Danîmarkayê ‘Kollektivet’ wê li Amedê bê nişandan 2017-11-23 09:50:39 AMED – Wê fîlmê “Kollektivet” ê derhênerê navdar ê danîmarkayî Thomas Vinterberg ku bi mijara xwe li ser komuna Danîmarkayê ye, wê sibê li Amedê bê nişandan.  Wê sibê fîlmê “Kollektivet” ê derhênerê navdar ê danîmarkayî Thomas Vinterberg li Amedê li Cafe Pale Hunerê bê nişandan. Mijara fîlm li ser komuna Danîmarkayê ya salên 1970’yî ye. Di fîlm de arezûyên şexsî û xweşbîniyî pev diçin. Wê ev fîlmê ku bi elqeyeke zêde tê temaşekirin roja Înê saet di 19.00’an de li Cafe Pale Hunerê bê nîşandan.