Dengbêj Seyranoglû: Televîzyonên hatin girtin dengê me bûn 2017-11-17 09:07:20 COLEMÊRG – Dengbêj Îsmaîl Seyranoglû yê colemêrgî, got ku girtina televîzyonên kurdî bandor li dengbêjiyê jî kiriye.  Dengbêj Îsmaîl Seyranoglû ku di Van TV’yê (ku bi KHK’ê hat girtin) de bernameya “Selîqa Dengbêjan” pêşkeş dikir, anî ziman ku bi saya bernameyê wan gelek dengbêj keşif kirine. Seyranoglû got ku girtina televîzyonên kurdî bandoreke neyînî li dengbêjiyê jî kiriye.    Seyranoglû balê kişand ser dewlemendiya çanda kurdî û wiha got: “Dengbêjiya berê û ya niha cuda ye. Di nav a berê de tenê stran tune bû. Tevî çîroka stranê, malik û metelok jî hebûn.”    ‘BI VALAKIRINA GUNDAN RE DENGBÊJÎ JÎ KÊM BÛ’    Seyranoglû, anî ziman ku di heman demê de dengbêjî veguhêziya dîrokek devkî ye û wiha got: “Rengên kurdî, motîfên kurdî, navên kurdî û gelek nirxên din bi wan stranan hatin roja îroyîn. Mixabin niha qîmeta dengbêjiyê ne wek berê ye û ji bo parastina wê derfet kêm in. Bi taybetî piştî valakirina gundan dengbêjî jî kêm bû. Çimkî, nêvengeke ku dengbêjî lê bê kirin nema. Mirov ji warên xwe bûn û ji hevdu hatin veqetandin.”    Seyranoglû, got ku televîzyonên kurdî yên bi KHK’yan hatin girtin ji bo jinûve zîndekirina dengbêjiyê şans û zemîneke baş bûn. Seyranoglû anî ziman ku bi saya bernameya “Selîqa Dengbêjan” a di Van TV’yê de wan gelek dengbêj keşif kirine. Seyranoglû got ku dengbêjiyê jî nesîbê xwe ji girtina televîzyonan wergirtiye.    Seyranoglû, diyar kir ku wî dengbêjî ji bavê xwe Teyfûrê Lêwînî dewr girtiye û ew ê vê mîrateyê bidomîne. Seyranoglû wiha axivî: “Qethiyen ez ê dev ji dengbêjiyê bernedim. Çawa mafê her kesî ye ku xwedî li çand, wêje û hunera xwe derkeve, mafê me ye jî em xwedî li çand, wêje û hunera xwe derkevin. Em deyndarê gelê xwe ne û em mecbûr in wî deynî bidin. Dibe ku rojên zor û zehmet li pêş me bin, lê rojên xweş jî nêz in.”