Egitîm Sen'ê encama 11'emîn pêşbirga Çîrokan a Abdullah Dûran aşkere kir 2019-05-07 21:09:54   AMED - Egîtîm Sen'ê ya Amedê encama 11'emîn pêşbirga Çîrokan a Abdullah Dûran li 2'emîn Şaxa Egitim Sen'ê ya Amedê aşkere kir.    Egîtîm Sen'ê li 2'emîn Şaxa Egitim Senê ya Amedê, bi civîna çapemeniyê encama 11'emîn pêşbirgan a Çîrokan a Abdullah Dûran bi raya giştî re parve kir. Endamê Komisyona Pêşbirgê Îsmaîl Dîndar encama pêşbirgê parvekir. Dîndar, diyar kir ku wan ev pêşbirka Çîrokan a 11'emîn a li ser navê zarokên ku di sala 2006'an di bûyerên li Amedê de jiyana xwe ji dest dane li dar xistine û wiha got: "Ji bo vê pêşbirgê 13 kesan bi çîrokên tirkî, 10 kesan bi çîrokên Kurmancî, 5 kesan bi zaravayê Dimilkî yên Kurdî serlêdan kirin. Lijneya nirxandinê ya Tirkî Ayşegul Tozeren, Aydin Alp, Mehmet Yilmaz, Yavuz Ekîncî, Mûrat Ozyaşar, piştî nirxandinê ev çîrok hilbijartin: Ji bo rêza yekemîn; Erkan Şemîn ji Karabaglar a Îzmîrê bi çîroka "Cûmartesî",  Ji bo rêza duyemîn, Tayfun Ak bi çîroka "Oyku Dedîgîn",  Ji bo rêza sêyemîn,  Denîz Farûk Zeren bi çîroka "Oyun Kurdu” hêjayî xelatê hatin dîtin.    Ji bo xelata mansiyonê jî di beşa Tirkî de Mehmet Polat ê ji Amedê, bi çîroka "Çîngeneler", Îbrahîm Nîlufer bi çîroka "Kîmse Çocuklari Vûrmaz", Omer Farûk ê ji rihayê bi çîroka "Merhamet Yetîmhanesî" hêjayî xelatê hatin dîtin.    Lijneya nirxandinê ya kurdî Mîhdî Perînçek, Mehmet Çakmak, Îsmaîl Dîndar, Ferzan Şêr û Mem Bawer jî ji beşa kurmancî û kirmanckî ev çîrok hilbijartin:    Ji bo rêza yekemîn, Ji girtîgeha Kiriklarê Abdullah Gunay bi çiroka "Sergo"  Ji bo rêza duyemîn ji Amedê Zeynep Parilti bi çîroka "Dînoke"  Ji bo rêza seyemîn jî ji girtîgeha Bolu Lokman Laçîn bi çîroka "Herîkîna Rûbaran" hêjayî xelatê dîtin.    Lijneyê ji girtîgeha Kiriklarê Muslum Saritaş bi çîroka "Nesîb" Sabahat Demîr bi çîroka "Ta û Ba", Seyitxan Yaşat jî bi çîroka  "Çirûskek û Dengek" hêjayî xelata mansiyonê dîtin.    Dîndar diyar kir ku ji ber di beşa dimilî de tenê pênç çîrok gihiştin ber destê wan bêyî nirxandinê her pênç çîrok bi mansiyonê xelat kirin.   Çîrokên bi mansiyonê hatî xelat kirin ev in: 'Her Kuçe Vejiyano Qijekiyê" ya Îdrîs Yazar, " Boranî û Şahmaran" a Sevîm Sari, " Mobese" ya Evdile Kasan, "Ramayîş" a Hacer Petekkaya, " Payîz" a 'Mujdat Gîzlîgol. Pêşbirka çîrokan a aAbdullah Dûran a sendîkaya me li dar dixe wê di pevajoya peşiya me jî berdewam bike. Em ê di kesayeta wan zarokên ku hatin kuştin xebatên wejêyî bidomînin."   Merasima Xelata 11'emîn Pêşbirga Çîrokan a Abdullah Dûran wê li 1'emîn Şaxa Egitim Sen'ê ya Amedê di 11'ê Gulanê de pêk bê. Emê piştî xelatê gotubêja "Pişaftin, Wêje û Ziman" li dar bixin.