‘Zargotin Zêrgotin e’ pirr kenand û şanohezan kêfxweş kir 2019-04-30 10:50:40   AMED – Mihrîcana Şanoyê ya Amedê bi kêfxweşî didome. Di roja çaremîn a mihrîcanê de lîstika “Zargotin Zêrgotin e” derket ser dikê û temaşevanan kenand û kêfxweş kir.    Mihrîcana 7’emîn a Şanoyê ya Amedê bi hemû kelecan, kêfxweşî û rengîniya xwe dewam dike. Mihrîcana ku bi dirûşma “Heqîqet Azad Dike” ku diyarî şanoger Mehmet Emîn Yalçinkaya yê sala par jiyana xwe ji dest da hatiye kirin di roja 4’emîn de dewam kir. Lîstika “Zargotin Zêrgotin e” ya Koma Şanoya Mencel a Wanê derket ser dikê û li Salona Navenda Çand û Kongreyê ya Şaredariya Bajarê Mezin hat pêşandan. Lîstika ku lêanîna wê Çetoyê Zêdo kiriye û Nazmî Karaman derhêneriya wê dike bi yek perdeye û şiklek muzîkal a komedi tê pêşandan. Eleqeyek mezin ji bo lîstikê hat nîşandan. Salon tije bû û hin welatiyan li ser piya li lîstikê temaşe kir. Ji destpêka lîstikê heta kêliya dawî welatî kêlî bi kêlî keniyan.    Şanohezan bi deqîqeyan ji bo lîstikê li çepikan dan. Di dawiya lîstikê de welatiyan dirûşmên “Bijî berxwedana zîndanan” û “Leyla Guven rûmeta me ye” berz kirin.    ‘PÊDIVIYA ŞANOYA KURD BI AKADEMIYÊ HEYE’    Derhênerê lîstikê Nazmî Karaman derbarê mihrîcanê de ji ajansa me re axivî û got: “Mihrîcana Şanoya Amedê ji bo şanoya kurd di cihek girîng de disekine. Her sal bi rengîn û xweşik derbas dibe. Şanoya kurd bi salan ji ber zextan zehmetî kişand. Dem hebûn şanoya kurd dikan nedît û derkeve serê bileyîze. Li gel zextan jî şanoya kurd gellek bi nirx e û gellek derket astek hêja. Heke şert û merc baş bibin dê şanoya kurd derkeve astên hêjatir. Şanoya kurd pirsgirêka aborî jî dijî. Piştevaniya wê ya aborî nîne. Ev jî ji bo pêşketina şanoyê astengî ye. Pêdiviya şanoya kurd bi akademiyekê heye. Heke akademiyek baş were avakirin dê lîstikvan û performansên baştirîn derkevin.”    Mihrîcan dê heta 5’ê gulanê berdewam bike.