Basimbarê êzidiyan bi ‘remza siyasî’ tê astengkirin 2019-04-18 10:36:32 ÊLIH – Êzidî her piştî 13’ê Nîsanê Cejna Çarşema Sor pîroz dikin. Êzidî bi boneya xêr û bereketê bîne Basimbar ku ji benikên rengîn çêdikin li zend ango qevdika destên xwe girê didin. Êzidî dibêjin ku benikên Basimbar wek “remza siyasî” tê dîtin û ji wan re asteng dikin. Êzidiyan got ji ber vê yekê di deriyên gumrikê de pirsgirêk dijîn.   Civaka êzidî her sal piştî 13’ê meha nîsanê çarşema kut ê wek Cejna Çarşema Sor pîroz dikin. Êzidî vê rojê wek roja ku dinya ji aliyê Yezdan ve hatiye meyindin û wek serê salê dibînin û qebûl dikin. Êzidî serê sibeha Çarşema Sor bi hilatina rojê re duayan dikin. Pişt re bi wesîleya cejnê mêvanên xwe bi îkramên wek hêkên boyax dikin, şekir û tiştên cuda pêşwazî dikin. Di vê rojê de ji rengên biharê bi benikan “Basimbar” çêdikin û li xelkê belav dikin. Ev basimbar li zendan tên pêçandin. Her wiha van benikan li ber derî, serê simbil, guliyên daran ve tên pêçan. Êzidî dibêjin ku ew van benikan bi boneya xêr û bereketa salê girê didin. Bi piranî ev basimbar ji rengên kesk, sor û zer tên çêkirin. Carna jî ji du rengan çêdikin. Ji bo her sala wan nebe wek sala par rengek van basimbaran tê guhertin. Hin welatiyên êzidî ku basimbarên ji rengê kesk, sor û zer li zendên xwe dipêçin, rastî astengiyan tên. Li saziyên fermî yên dewletê ji rengên basimbaran re “remza siyasî” tê gotin û ji zendikên wan tên derxistin. Lê Êzidî dibêjin ev rengên kesk, sor û zer li gorî baweriya wan pîzoz e.    'LI GORÎ BAWERIYA ME PÎROZ E’    Ji welatiyên êzidî yên li mezraya Şasimê ya girêdayî gundê Şimzê ya bi ser Navçeya Qubîna Êlihê ve dijîn Alî Kartal got basimbarên wan rengên xwe ji xwezayê digirin. Kartal anî ziman ku bi hezarên salane basimbar ji aliyê êzidiyan ve tê çêkirin û got: “Ji rengên cuda wek mor, kesk, sor, zer û rengên din tê çêkirin. Ev reng xêr û bereketê tîne. Rengên biharê ne. Di salên dawî de bêtirîn ji rengên kesk, sor û zer tên çêkirin. Însanên me dema van rengan li qevdika xwe dipêçên rastî astengiyan tên. Lê bikaranîna me ya van rengan bi temamî tesadûfî ye. Em li gorî baweriya xwe van basimbaran çêdikin û li qevdika xwe dipêçin. Em bi ber deriyê xwe, bi şaxên daran û serê simbilan ve girê didin. Lê di salên dawî de xizmên me yên ji Ewrûpayê tên bi hêceta ‘remza siyasî ye’ van bazimbaran ji qevdika wan derdixin.”    'HAYA WAN JI KEVNEŞOPIYA ME NÎNE’    Kartal da zanîn ku ew dixwazin baweriya xwe bi azadî pêk bînin û tu armanca wan siyasî jî nîne û tenê kevneşopiya xwe tînin cih. Kartal anî ziman ku ji ber ev kevneşopî zêde nayê zanîn bi taybetî di saziyên fermî yên dewletê de pirsgirêkan dijîn. Kartal got divê basimbar li gorî baweriya wan ji ber xwe ve biqete û an jî derkeve ji qevdika wan û ew jî ji bo çareseriya meseleyê carna ne li qevdika destê xwe bi gûzeka lingê xwe ve girê didin.    'BASIMBAR DIKIN PIRSGIRÊK’    Xizma malbata Kartal, Jale Ezgî a ji Elmanyayê ji bo Çarşema Sor hat gund jî behsa pirsgirêkên li gumrikê dijîn kir û got: “Dema em di deriyê gumrikê de tên hin memur basimbarên kesk, sor û zer ên di destê me de dikin pirsgirêk. Hin zehmetiyan ji me re derdixin. Ji bo ku îsal basimbar ji destê min dernexin, ji neçarî min li gûzeka lingê xwe girê da. Yanî ji ber vê pirsgirêkê gellek êzidî neçar dimînin basimbarê bi lingê xwe ve girê bidin.”     MA / Metîn Yoksu