Ger hûn naxwazin nexweş bikevin biçin Bazara Şire 2017-11-11 10:58:51 SEMSÛR - Esnaf Alî Ozçakmak, li dijî nexweşiyên zivistanê bang li welatiyan kir û xwest hemû kes li dijî nexweşiyan serî li Bazara Şîre ya Semsûrê bidin û wiha got "Rêya tenduristiyê di Bazara Şire re derbas dibe."  Bi nêzîkbûna demsala zivistanê û zêdebûna sermayê re nexweşiyên demsala zivistanê jî belav dibin. Bijîşk li dijî nexweşiyên zivsitanî herî zêde giha, pinçar, fêkî û teamê hişkkirî pêşniyar dikin. Li Semsûrê Bazara Şîre ku bi nebat û teamê xwe balê dikişîne ser xwe wekî dermanfiroşan eleqeyek mezin dibîne. Li vê bazarê mewîj, gwîz, bastêq, sicuq, benî, tûyê hişk, heşîrê hişk, mişmiş, qaq, û gelek berhemên bax û bostanan ên hatine hişkkirin li vir tên firotin. Esnaf û Serokê Bazara Şîre Alî Ozçakmak, diyar kir ku kesên naxwazin biçin nexweşxaneyê berê xwe didin Bazara Şîre ya Semsûrê.    Ozçakmak, diyar kir ku 15 salin li vir berhem û teamên herêmî difiroşe û wiha got: "Bi taybetî di demsala payiz û zivistanê de bazar geş dibe. Li dijî nexweşiyan mirov berê xwe dide vê bazarê. Hemû berhemên xwezayî û dermanên xwezayî li vê bazarê tên firotin. Mirovên ku naxwazin biçin nexweşxaneyan û naxwazin nexweş biknevin divê berê xwe bidin vê Bazara Şîre. Li vê bazarê tiriyê reş ê Semsûrê heye. Ava tirî ya muska, sarma, bastêq, siçûq, kesme û gelek berhemên din ên tirî heye. Di vê demsalê de her rojê hûn siçûqekî bidin zarokan li dijî sermayê dîrenca bedena wan xurt dibe. Berê di demsalên divistanî de teqez bastêq, benî û kesme hebûn."    Ozçakmak, anî ziman ku li gorî cureyên team buhayê wan diguhere û wiha got: "Mewîj di navbera 10 -17 TL, bastêq 15 -20 TL, sicûq 10 -30 TL de tê firotin. Li vir piraniya berhemên me ji tirî çê dibe. Dîsa ji tû û hejîran çê dibe. Lê berhemên tirî bêtir eleqeyê dibîne. Li bazarê 13 esnafên me hene. Hemû xwezayî û paqij in."    Ayşe Ebru Avur jî diyar kir ku her sal li dijî nexweşiyên zivistanê tê li vir berhemên bazarê dikire û wiha got: "Ez mewîj, bihîv, tû dikirim. Ez li dijî nexweşiyan van berheman dikirim û dixwim.    'LI DIJÎ NEXWEŞIYAN BERHEMÊN XWEZAYÎ BIXWIN'   Avnur, xwest beriya zivistanê her kes berê xwe bide Bazara Şire û wiha got: "Li şûna hûn diçin marketan biçin bazarê tû, dims an jî mewîj bistînin. Ger ku hûn li tenduristiya zarokên xwe difikirin biçin berhemên xwezayî bistînin."