‘Min bi helbestê birînên xwe derman kirin’ 2017-11-10 09:36:20 AMED – Nivîskar-helbestkar Îlhamî Sîdar anî ziman ku ew bi wêjeyê li heqîqetê digere û referansa helbesta wî qewimînên li vê erdnîgariyê ne.  Pirtûka Nivîskar-Helbestkar Îlhamî Sîdar a bi navê “Masûm Saat” ji Weşanxaneya Aramê derket. Sîdar dest nîşan kir ku referansa helbesta wî qewimîn û geşedanên li vê erdnîgariyê ne û wiha got: “Bi helbestê min hewl da ji bo birînên xwe bibim derman.”    Sîdar diyar kir ku helbestên di “Masûm Saat”ê de cih digirin helbestên ku wî ji sala 2010’an û vir ve nivîsandine. Sîdar got ku helbestên di vê pirtûkê de cih digirin, di warê hêmayê de li gor helbestên berhemên wî yên din, nêzî xeteke ku cihê xwe dîtiye bûne. Sîdar dest nîşan kir ku bi taybetî referansa beşa ewil a “Masûm Saat”ê qewimînên li vê xakê ne.    ‘BI HLEBESTÊ MIN HEWL DA BIRÎNÊN XWE DERMAN BIKIM’    Sîdar ji bo helbestên xwe yên ku di pirtûka navborî de cih digirin û diyarî Rozerîn Çûkûr ku li Sûra Amedê jiyana xwe ji dest da, Arîn Mîrkan a ku li Kobaniyê di şerê li dijî DAIŞ’ê de jiyana xwe ji dest da û zarokên Roboskê û Cizîrê de jî wiha got: “3 salan min  mamostetiya Rozerînê kir. Heke em wê girêdana hestiyarî ya di navbera min û Rozerînê de deynin hêlekê, ji bilî wê em bi pêvajoyên dilamyîn û daşikestînî re rû bi rû man. Em din av vê de bûn. Carinan bi şev bi dengê teqînan dipengizîm. Ji bo hûn rê li vê yekê bigirin tiştek ji deste we nayê. Di vê pêvajoyê de fikirîm, ka ez dikarim çi bikim. Çimkî nerihet dibûm, bêhna min dernediket. Dema cihoka bêhnê bixitime hûn nikarin bijîn. Carinan min li dîwana Melayê Cizîrî dineri. Ew der ji bo min dibû hwêirgehek. Min ew helbest dixwendin û werdigerandin tirkî. Ev tenê ne ji bo Rozerînê bû. Zêmareke ku ji bo hemû ciwanên di vê pêvajoyê de jiyana xwe ji dest dan hatiye lewbandin.”    Sîdar ji bo helbesta ku diyarî Arînê kiriye jî wiha got: “Helbesta ku min ji bo Arînê nivîsand, tekane helbesta min a bi kurdî ye. Ya ku di pirtûkê de cih digire jî ji kurfî bo tirkî hatiye wergerandin. Dema min di televîzyonan de dîmen û sirûdên ji bo Arînê temaşe dikirin, li malê bi tene bûm. Hem hêstir ji çavên min dibariyan hem jî min helbest dinivîsand. Ez vê yekê wek trajediyên ku em di jiyana rojane de dibinin û veguheriye helbestê dibînin. Heke min ew nenivîsandana, ez ê rihet nebûnama.”   Sîdar got ku kêliyekê be jî bi vî awayî helbest êşa min sivik kirin û wiha axivî: “Çimkî min êşên gelek giran dikişandin. Bi helbestê min hewl da birînên xwe derman bikim.”    Her wiha Sîdar ji bo lêgerîna heqîqetê ya di helbestên wî de tê destnîşankirin jî ev tişt got: “A rast heqîqet kêşeyeke hebûnê ye. Ji bo her mirovî sedemeke wî/wê ya hebûnî heye. Ez jî min xwedîtiye nedîtiye, vê yeke bi wêjeyê dikim.”   MA / Dîcle Muftuoglu