Trajediye ku nivîskarek nikaribe pirtûka xwe îmze bike 2017-11-07 09:30:11 STENBOL - Nivîskarên ku li Fuara Pirtûkan a TUYAB'ê pirtûka Hevserokê HDP'ê Selahattin Demirtaş a Seher îmze kirin diyar kirin ku trajediya herî mezin ewe ku niviskarek nikaribe pirtûka xwe îmze bike ye.  36'emîn Fuara Pirtûkan a Navneteweyî ya Stenbolê ya TUYAP'ê di roja 4'an de berdewam dike. Di roja ewil a fuarê de pirtûka Hevserokê Giştî yê HDP'ê ye girtî Selahattin Demirtaş a "Seher" hat îmzekirin. Nivîskarên pirtûka Demirtaş îmze kirin diyar kirin ku ev rewşek xemgîn û trajîk e. Nivîskar Yavuz Ekincî, Jaklin Çelik û Gaye Boralioglu jî di navde gelek niviskaran 11'emîn çapa pirtûkê îmez kirin. Nêzî 500 pirtuk di îmzeyê de hatin firotin. Nivîskar Ekinci, Çelik û Boralioglu, diyar kirin k diviya bû Demirtaş li fuarê bi xwe pirtûka xwe îmze kiribûya.    EM DIXWAZIN HEMÛ GIRTÎ BÊN BERDAN   Nivîskar Yavuz Ekicî, diyar kir ku piştî OHAL hat ilan kirin û şûnde li ser wêje û rojnamegeriyê zextên zêde peş ketin û wiha got: "Ger ku nivîskarek nikaribe pirtûka xwe îmez bike tiştekî xemgîn û trajîk e. Berê jî nivîskar Aslı Erdogan girtî bû û dema girtî bû me pirtuka wê îmze kiribû. Ev rewşek xemgîn e. Em dixwazin ev zext bi dawî bibin. Em dixwazin wekîl û rojnameger jî di navde hemû girtî bên berdan.    TRAJEDÎ YE   Nivîskar Gaye Boralioglu jî anî ziman ku ji her beşên civakê û ji her temenî mirov hatin pirtûkê îmze bikin û wiha got: "Kesên hatin pirtûka Demirtaş îmze bikin ji her beşê civakê hatin. Kesê Demîrtaş hîdapî wan dike gelek fireh e. Em dibînin ku li girtigehê jî li ser karê xwe ye. Nivîskarek ger ku nikaribe pirtûka xwe îmez bike trajediyamezin e."    Boralioglu, ani ziman ku pirtûka Seher berhemekî wêjeyê yê serkeftî ye û di milê wêjeyê de gelek dewlemend e.    Nivîskar Jaklin Çelik jî ani ziman ku çand û hunerê jî para xwe ji vê pêvajoyê girtiye û wiha got: "Ji ber ku min pirtûka polîtîkavanekî baş û mirovekî baş îmze kiriye pir kêfxweş im."