Belgefîlma 'Şeva Xîzê' li Êlihê hat pêşandan 2019-02-20 13:39:46   ÊLIH - Belgefîlma "Şeva Xîzê" ya behsa karkerên kot xîz dikin dike li Êlihê hat pêşandan. Derhênerê belgefîlmê Alî Ergul got divê yasayên pêşî li cînayetên kar bigire şert e.    Belgefîlma "Şeva Xîzê" ya ku behsa nexweşîna kerkerên ku kotê xîz dikin û mirina wan dike li Yenî Sahneya Êlihê hat pêşandan. Parlamenterê HDP'ê yê Êlihê Necdet Îpekyuz, nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl û gelek kes belgefîlmê temaşe kirin. Piştî pêşandanê derhênerê belgefîlmê Alî Ergul behsa çîroka belgefîlmê kir.    'BI KAMERAYA XWE LI BER XWE DIDIM'    Ergul anî ziman ku piştî wî nûçeyek di Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê (DÎHA) a bi KHK'ê hat girtin xwendiye biryara çêkirina belgefîlmê daye û got: "Min di DÎHA'yê de nûçeyek karkerên ji ber nexweşîna xîzkirina kotê li gundê Kanîreşa Çewligê dimirin xwendibû. Ez wisa derketin rê. Ya rast ez ne derhênerim. Ez tenê bi kameraya xwe li ber xwe didim. Piştî kişandina belgfîlmê dema me pevxistin û honandina belgefîlmê dikir Ramazan Aydan jiyana xwe ji dest da. Têkildarî wî mirovî dîmen di destê me de hebûn. Em jî fikirîn ku ji bo ev mirin neqewimin Şeva Xîzê wisa derket. Karker ne di xema kesî de ne. Patron ji bo karê xwe tevdigerin. Ya esas em li dijî van barbaran têdikoşin. Ji ber vê pergala barbar her roj mirovk di cînayetên kar de jiyana xwe ji dest dide. Armanca belgefîlma me jî ew e gelo em dikarin ji bo van mirovan çi bikin û ev cînayet wê çawa bên sekinandin. Yasayên pêşîlêgirtinê ne litûfek e, bi têkoşîna encam tê girtin. Ji ber vê yekê jî têkoşîn dayîn şert e."