'Li dijî rejîma tundiyê 'Biqîre' 2017-11-06 09:50:17 EDENE - Koma Pel a muzîkê ya li Edeneyê xebatên xwe dike li dijî pergalê klîba bi navê "Biqîre" amade kir. Stranbêjê komê Îlyas Arzu got ku "Em wekî Koma Pel ji bo ji yek rengiya rejîmê re bêjin raweste, me got 'Biqîre" Koma Pel a di bin banê Şaxa Navenda Çanda Mezopotamyayê (NÇM) ya Edeneyê de xebatên xwe dikin, piştî saziya wan bi Biryara Di Hikmê Qanûnê (KHK) hat girtin, xebatên xwe bênavber dimeşînin. Komê ji bo li dijî zordariya pergalê serî rake, klîba bi navê "Biqîre" amade kir. Gotinê stranê aydê stranbêjê komê Îlyas Arzu ne. Arzu aşkera kir ku piştî saziya wan hatiye girtin, cezayê "Hepsa malê" dane wî û di wê pêvajoyê de wî "Biqîre" nivîsiye.   'BILINDKIRINA TÊKOŞÎNÊ PEYWIRA ME YE’    Arzu da zanîn ku piştî saziya wan hatiye girtin, wan hêj zêdetir giranî daye ser xebatan û xwe berdane nava gel û wiha axivî: "Ruxmê hemû zextan jî em ê hêj zêdetir xebatên xwe dewam bikin. Ji bo pergala demokratîk û azad a gelan bi pêş keve, peywira herî giran dikeve ser milê me hunermendan. Em ji vê peywirê berpirsyarin."   'XWE KER NEKE Û QÎR BIKE'   Arzu anî ziman ku ew dibêjin li dijî polîtîkaya tundiyê ya desthilatdariyê "Biqîrin" û wiha pê de çû: "Me wekî Koma Pel berê jî gotibû 'Êdî Bes e' û bi hêza hunerê banga têkoşîna li dijî faşîzmê kiribû. Ji ber ku di vê pêvajoyê de hêj berxwedaneke mezin bê meşandin, em bang dikin ku divê kes xwe ker û bêdeng neke û heta ku dengê wan derdikeve bila israra xwe ya jinana azad biqîrin. Ji ber vê me biryar da ku em xebateke wiha bidin meşandin."   Arzu piştrast kir ku di dema kişandina klîbê de ew bi gelek zehmetiyan re rû bi rû mane û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Me xwest ji Geziyê heta Kobanê, ji Sûrê heta Cizîrê û heta Reqqayê em vê berxwedanê vebêjin; lê bi xwezayî me li her derî nikaribû em qeydan bikin. Me jî navê van cihên berxwedanê bi derfetên xwe li ser tîşortan nivîsî. Yanî xebata divê di mehekê de biqediya, di 6 mehan de qediya."   ‘DIVÊ HUNERMEND LI DIJÎ FAŞÎZMÊ LI BER XWE BIDIN’    Arzu derbirî ku wekî her serdemê, di vê serdemê de jî dewletê bi rêya Rewşa Awarte (OHAL) tundî û zordarî derxistiye asta herî jor, diyar kir ku ew wekî hunermend dê tu carî hînê vê yekê nebin û dê têkoşîna xwe dewam bikin. Arzu got ku "Baweriya me tam e ku dê teqes rejîm tundî û zordariyê têk biçe" û ev bang li hunermendan kir: "Tişta dîrokê li ser me hunermendan ferz kiriye wêrekî ye. Dema kesayetî wêrekiya xwe winda dike, her tiştê xwe winda dike. Ji ber ku bi têkoşîna li dijî zilmê re wêrekî û rêxistinî tê avakirin. Ez wekî hunermendê ji kevneşopiya NÇM'ê têm vê bangê ji bo hunermendan dikim. Divê hemû hunermendên ku azad difikirin, li dijî faşîzmê tê bikoşin."   Arzo herî dawî diyar kir ku ew wekî Koma Pel ji bo ji rejîma tundiyê û ji pergala yek reng re bîjin raweste, dibêjin "Biqîre" û aşkera kir ku ew ê her dem li dijî zilmê dengê xwe bilind bikin.