Fêrî tembûrê bû û niha dersê dide: Her ku diçe em zêde dibin 2019-02-15 09:47:36 STENBOL- Mamoste Ayfer Aslan ku hêj biçûk bû fêrî tembûrê bû, piştî ku Kursa muzîkê vekir, niha gelek şagirtan perwerde dike. Aslan, têkildarî kursê got: "Piştî ez fêrî tembûrê bûm min bêtir xwe nas kir. Min xeyalê xwepêk anî û deriyê kursê li jinan vekir. Niha her ku diçe em zêde dibin."    Ayfer Aslan a 35 salî ku hêj biçûk bû xeyala wê fêrî tembûrê bibe, piştî çû qursê û fêrî tembûrê bû, xeyala xwe pêk anî û kursa perwerdehiya ensturmanên muzîkê vekir. Aslan, piştî li Taxa Alîbeykoy a navçeya Eyupê kurs vekir niha gelek şagirtina perwerde dike. Aslan û şagirtên xwe li atolyeya perwerdehiya muzîkê kom dibin û hem li ser ragihandina muzîkê niqaşan dikin û hem jî dibin şahida hêza muzîkê ya ragihandinê. Aslan piştî kurs vegir deriyê xwe li hemû jinên ku dixwazin di qada hunerê de xwe pêş bixin û perwerde bikin re vekiriye.    'HER KU DIÇE EM ZÊDE DIBIN'   Ayfer Aslan, li ser karê xwe û armanca karê xwe axivî. Aslan anî ziman ku hêj 3 salî bû ji Amedê li gel malbata xwe koçî Stenbolê kir û hêj 13 salî bû fêrî lêdana tembûrê bû. Aslan, anî ziman ku li cemxaneyekê qeydên muzîkê dest pê kiribû û wiha got: "Pişti qeyda muzîkê vebû min jî qeyda xwe li wir çêkir. Her tim di xeyalê min de muzîk hebû. Min ev yek ji bo xwe kir armanc û min ev xeyala xwe pêk anî. Min got jin jî dikarin li tembûrê bixin. Piştî lêhûrbûna min a li ser muzîkê zêde bû, xebatên min ên li ser muzîkê bêtîr bûn. Min bêtir bi muzîkê xwe îfade kir. Piştre min ev yek ji bo xwe kir pîşe û kurs vekir. Min xwest şagirtan perwerde bikim û rê li pêş pişaftinê bigirim. Min xwest di qada huner û çandê de para min jî hebe. Piştî min li çend saziyan kurs da niha min kargerî vekiriye û kursa muzîkê didim. Her ku diçe em zêde dibin. "   Aslan, anî ziman ku 1,5 sal berê li taxa Alibeykoy qursa perwerdehiya tembûrê vekir û wiha got: "Niha ji ber pirsgirêka krîza aborî em zor û zahmetiyan dijîn. Ji ber ku mirov zêde naxwazin ji bo çand û hunerê mesrefê bikin. Li şûna li çand û hunerê mesrefê bikin dixwazin xanî û maşîneyan bistînin. Lê zêde qîmet nadin perwerdehiya civakî. 100-200 tl dema ji bo çand û hunerê xerç dikin zêde tê pêş çavê wan. Lê tevî hemû astengiyên aborî dîsa min kargeriya muzîkê vekir û niha kursê didim. Her ku diçe em zêde dibin. Em li vir hem perwerdehiya muzîkê dibînin û hem jî bi hevre çay vedixwin û sohbet dikin. Em bi hevre bi zimanên cuda distrên. Ji ber vê yekê pir kêfxweş im."    'DIVÊ JIN DI HEMÛ QADÊN JIYANÊ DE ÇALAK BE'   Aslan, anî ziman li kursê perwerdehiya tembûr, gîtar, rîtîm, piyano, keman û gelek cureyên esturmanên muzîkê dide û ji her temenî şagirt tên li vir perwerde dibin û wiha bi dawî kir: "Her kesên ku tên vê kursê armancê wan cuida ne. Hin ji bo bibin xwedî pîşe tên. Hin ji bo nefes bistînin tên. Hin ji bo şêwirmendiyê tên. Mesele xwişkek piştî karê wê yê malê diqede bi rev tê kursê. Piştî ders diqetin jî naxwaze ji vir here. Bêhna wê li vir dertê û bêtir hêzê ji vir digire. Perwerdehiya me saet ji 10.00'ê Sibê heta 22.00’ê êvarî berdewam dike. Min bi muzîkê xwe nas kir. Mûzîkê ez kirim xwedî nasname. Di heman demê de amûra ragihandinê ye. Dibe alîkar ku mirov bi hevre diyalogê pêş bixe. Nerîra civakê bi hunerê tê guhertin. Bi muzîkê tê guhertin. Civak dikarin nirxên xwe bi rêya muzîk û hunerê parve bikin û belav bikin. Divê hevalên me yên jin ku bi muzîkê eleqeder dibin tenê wekî amûra sebrê negirin dest. Divê vê yekê ji xwe re bikin armanc û dikarin bibin vîrtuozê enstrumantalê. Divê jin di her qadê jiyanê de çalak û xwedî vîn bin. Ez di bin baneya Piştevaniya Mor de jî xebatê dikim. Ez hin caran diçim şahiya muzîkê pêk tînim. Niha dîsa ji bo 8'ê Adarê xebaten me û tevgera me heye. Hirî zêde jin tê eciqandin û tepisandin. Di şexsê jinê de civak qirêj dibe. Divê hemû jin di huner, çand û hemû qadên jiyanê de çalak be."      MA / Necla Demir