Di Roja Çîrokan de çîrok û çîrokbêjî 2019-02-15 09:14:35   AMED – Komên Xwendin û Helbestê yên Amedê di çarçoveya Roja Çîrokan a Cîhanê de bernameyek li dar xistin û li ser çîrokan gotûbêj hat kirin. Her wiha di bernameyê de Sêva Mêxikrêj jî hatin çêkirin.    Koma Xwendinê û Koma Helbestê yên Amedê, bi boneya 14'ê Sibatê Roja Çîrokan a Cîhanê bernameyek li dar xistin. Bername li Weşanxaneya J&J pêk hat û nivîskar-çîrokbêj Dîlawer Zeraq û çîrokbêj Belkisa Bîtkîn wek axaftvan beşdarî bernameyê bûn. Her wiha zimanzan Samî Tan, nivîskar-çîrokbêj Şêxo Filîk û endamên koman jî beşdar bûn.    ‘TIŞTÊ EM NABÎNIN ÇÎROK IN’    Nivîskar Dîlawer Zeraq behsa serpêhatiya çîrokê û awayên çîrokên kurdî kir û got, çîrok tiştên nayên dîtin û kesên xema xwe pê nakin mijara çîrokan e. Zeraq da zanîn ku çîrok di çanda kurdan de xwedî cihekî girîng e û li ser pirsên beşdarvanan rawestiya û bersiv da.    ‘MIN BI VEGOTINA JI BO ZAROKÊN XWE DEST PÊ KIR’    Çîrokbêj Belkisa Bîtkîn jî anî ziman ku wê ji zarokên xwe dest bi çîrokbêjiyê kiriye û got: “Ez dayikek bûm û min her tim ji zarokên xwe re çîrok digot. Vê vegotinê kir ku dest pê bikim. Her netew bi zimanê xwe dijî û mijara çîrokê jî ji bo ziman û çanda me girîng e.”    Di heman demê de kesên beşdarî bernameyê bûn Sêva Mêxikrêj jî çêkirin. Sêvên sor û zer bi mêxikan (qerenfîlan) hatin xemilandin.