Şûnwarek hêjayî dîtinê: Şikeftên Hesûnê 2019-01-22 09:33:41 AMED – Yek ji şûnwarên axa Mezopotamyayê yên ewilîn Şikeftên Hesûnê ye. Bi hezar salan e dîroka li vir bala mirovan dikişîne. Şikeftên Hesûnê her çiqas bêxwedî hatibe hiştin jî lê çar demsal mirov diçin ziyaretê.  Li Farqînê yek ji dîroka kevnare ango şûnwarek bi serê xwe bajar e Şikeftên Hesûnê ye. 4 Kîlo mîtro ji navenda Farqînê dûr e. Li ser rêya di navbera Farqînê û bajarên Serhedê cih digire. Çar demsal mirov diçin serdana şikeftan û tevî hemû hewa sar jî welatî diçin li wir li cihên dîrokî temaşe dikin. Tê gotin yek ji cihnişîna herî kevnare ya axa Mezopotamyayê ye. Her çiqas dîroka vir dirêjî B.Z. 100 salî bibe jî lê ji ber şerên li herêmê heta niha bi awayek têr û tije lêkolînek baş nehatiye kirin. Heke dîroknas û erdkolîner li şikeftan lêkolînek pêk bînin, aliyên dîroka vir ku nayê zanîn jî derbixin holê.    BAJAREKÎ QEDÎM E   Xwşikî û teşeyên kevirên li vir hatine qewartin mirovan matmayî dihêle. Mirov bi kêfxweşî tên li odeyên van şikeftan digerin û dixwazin der barê dîroka wê de agahiyan hîn bibin. Dema mirov dûrî şikeftan lê dinêre evder wek kelehek jî xuya dike. Di hundirê şikeftan de dêra bi navê Kevir cih digire. Her wiha li vir hemam, bîr, ode, cihên îbadetê hene. Tevî hemû kevnaeriya xwe bi mîmariyek xweşik hatiye çêkirin. Li vî bajarê dîrokî şikeft 3, 5 û 7 qatî ne û wek yekemîn şikeftên dubleks ên dîrokê jî tên nasîn.      Şikeftên Hesûnê ku li qûntara Çiyayê Elbatê ya li hêla rohilatê Farqînê dikeve, dema mirov ji van şikeftan li deştê dinêre deşta Farqîn, Bismil û Batmanê xûya dike.     KES XWEDÎ DERNAKEVE    Her çiqas qada sîtê hatibe îlankirin jî lê rûxandina cihek wisa xweşik ji ber bêxwedîtiyê pêk tê. Gelek dîwar bi boyaxa spreyan hatine xêzkirin û nivîs hatine nivîsandin. Turistên biyanî hema mirov dikare bêje ku piyê xwe jî navêjin Şikeftên Hesûnê. Bêtir welatiyên li bajarên herêmê diçin serdana vî bajarê dîrokî.    CIWANÊN FARQÎNÊ BI GAZIN IN    Ciwanê bi navê Îhsan Akcanim ê ji Farqînê ku li gel hevalê xwe şikeftan ziyaret kir anî ziman ku ew ji ber ku kes li vî cihê dîrokî xwedî dernakeve bi gazin in.    Ciwanê bi navê Enes Aktarli jî anî ziman ku yekemîn car e ew tê şikeftan ziyaret dike û got: “Divê hemû ciwan werin van cihên dîrokî bibînin.”    ‘LI ŞÛNA JIYANEK DEJENREYÎ EM BIÇIN CIHÊN DÎROKÎ’    Ferhat Aktarli jî da zanîn ku yekemîn car e ew vî bajarê dîrokî ziyaret dike û got: “Li şûna em bi jiyanek dejenerebûyî re eleqedar dibin, divê em werin şûnwarên xwe dîrokî ziyaret bikin. Lazim e em em dîroka xwe dizanibin û qala wê ji her kesî re bikin. Divê ev bibe wezîfeya me. Jiyan tenê ne medya civakî ye. Pêwîste li cihên wiha dîrokî bêtir xwedî bê derketin. Derketina vir pir zehmet e. Tevî vê zehmetiyê jî em derketin vir.”    ‘DIVÊ HER KES CAREK WERE VIR BIBÎNE’    Cemîle Tarî anî ziman ku ew ji Licê hatine serdana şikeftan û got: “Heta mirov tê vir rêyek pir zor heye. Divê serê ewilî rêya vir çêbikin û xweş bikin. Taybetmendiyên şikeftan û xweşikiya wê bala min kişand. Divê her kes were carek vir bibîne.”    ‘XWEDÎ DERKETIN Û PARASTIN LAZIM E’    Şiyar Elmas jî ku li gel hevjîna xwe Cemîleyê hatin serdana şikeftan diyar kir ku divê hemû gel xwedî li vê mîrasa dîrokê derbikeve û pêwîste hemû cihên dîrokî bên parastin.     MA / Bîlal Guldem - Metin Yoksu