Di Mîhrîcana çand û hunera kurdî de şahiya muzikê 2017-10-28 10:13:19 STENBOL - 3’yemîn Mîhrîcana Çand û Hunera Kurd a Stenbolê ku NÇM'ê li dar xist, bi  şahiya muzîkê berdewam kir. Dengên hunermendên ji Rojhilat, Rojava û Tirkiyeyê beşdarvan mest kirin 3’yemîn Mîhrîcana Çend û Hunera Kurd a Stenbolê ya Navenda Çanda Mezopotamyayê (NÇM), amade kiriye, di roja 3’yemîn de li Salan Şanoya Bajêr berdewam kir. Mîhrîcana ku bi coş didome, xwendekarên zanîngehê eleqeyek mezin nîşanî bernameya şevê dan. Di çarçoveyê bernamê de hunermend Mizgîn Tahîr, Ayfer Duzdaş û Koma Projeck a Rojhilat derketin ser dikê.     ‘DENG DAN DILÊ ME’   Koma Project a Rojhilat ku derket ser dikê, beşdarvan kefxweş kirin û kesên beşdarî Mîhrîcanê bûn jî, keyfxweşiya xwe anîn ziman. Ji bo bîranîna mîhrîcanê plakeya ku NÇM'ê amade kirî, Berdevka HDK’ê Gulîstan Kiliç Koçyîgît da Koma Rojhilat. Koçyîgît, bal kişand ser girîngiya  rojê û wiha got: “Hunermendên me ji erdnîgariyek Kurdistanê ku hîn kevnareya wê xerab nebûye Rojhilat tên û deng dan dilê me. Hemû staranên wan ketin ruhi me. Ziman û çanda me diparêzin. Her bijî ji wan re. Dê ji bo pêşerojê mîrateyek mezin bihêlin.”   Piştî koma Rojhilat, Ayfer Duzdaş û Mizgîn Tahir derketin ser dikê û kêliyên xweş bi temaşevanan da jiyîn.